11 Mijdar 2016•Rojanekirin: 13 Mijdar 2016
ANKARA
Piştî civîna Komisyona Destûra Bingehîn a Meclisê 5 kesên ku şêwirmendên parlementerên HDPyê jî di nav da ne bi hinceta ku ji bo parlementerên HDPyê û rêxistina terorê dirûşm berze kirine, hatin binçavkirin.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji rayedarên ewlehiyê hilda, ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê ya Enqereyê kesên ku di 2yê gulana 2016an da piştî civîna Komîsyona Destûra Bingehîn li korîdorên Meclisê ji bo parlementerên HDPyê û PKKya rêxistina terorê dirûşme berze kirine tesbit kirin.
Ekîbên ewlehiyê ber destê sibehê ji bo binçavkirina gumanbaran li Enqere û Diyarbekirê operasyon kirin.
Di operasyonê da ji şêwirmendên parlementerên HDPyê Murat G. û Olcay Ç. li Enqereyê, Muhammed K. jî li Diyarbekirê hatin binçavkirin. Ji xeynî vê şêwirmendê Navenda Giştî ya HDPê Zulkuf K û şêwirmendê parlementerekî HDPê Metîn K. jî li Enqereyê hatin qefaltin û kesek jî firar e.
Di kontrolkirina mala Metîn Kyê gumanbar da 100 gule û di sehîtîkirinê da li ser Murat G. jî 2 nameyên bi naveroka rêxistinî ji girtîgehê ra hatine şandin, derket.
Li îqametgahên gumanbarên din jî gelek weşan, belgeyên rêxistinî û amûrên dijîtal derketin holê.
Hêzên ewlehiyê 4 gumanbarên li Enqereyê binçav kirin birin Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê ra ya Midûriyeta Ewlehiya Enqereyê. Li gor texmînan Muhammed K. jî wê di nava rojê da ji Diyarbekirê bînin Enqereyê.
Hat ragihandin ku şikbar bi hinceta "propagandakirina meşrûnîşandana rê û rêbazên rêxistina terorê, sloganên ku eşkere dikin ku endamê rêxistina terorê ne" va hatin binçavkirin.
Di rûniştina Komisyona Qanûna Bingehîn a Meclisê ya 2yê gulanê da rakirina parêzbendiyê hatibû rojevê û komeke ku parlementerên HDPê jî di nav da ne li avahiya ku komusyon jî lê ye sirûd xwendibûn û lîlandibûn.