TBMM
Hevseroka HDPê Sebahat Tuncelê got: "Yên ku di vê hilbijartinê de têk çûn, koalîsyona CHP, cimaet û MHPê ne."
Tuncelê di komcivîna BDPê ya li TBMMê de axivî û li ser betalkirina hilbijartina Agiriyê sekinî. Tuncelê diyar kir ku şaîbeyên li ser hilbijartinan cardin derketin holê û wiha got: "Madem we li Agiriyê hilbijartin betal kir, wê demê hilbijartina Ceylanpinarê jî betal bikin."
Tuncelê destnîşan kir ku CHP li hemberî pergala ku otorîte bûye xwe wek alternatîf dide nîşan, lêbelê polîtîkaya ku CHP dike dûrî çareserkirina pirsgirêkên Tirkiyeyê yên bingehîn e.
Tuncelê got ku çavê CHPê tenê li miqamê Ak Partiyê ye û CHP wisa xwe dide der ku dixwaze bikeve şûna Serokwezîr û wiha dewam kir: "CHPê ji xwe re nasnameyeke nû peyda kir. Ji bo demokrasiya sosyal paşvekişiya û daket asteke netewperestiyê. Ji xwe re nexşerêyeke netewperest çêkir. Yên ku di vê hilbijartinê de têk çûn, koalîsyona CHP, cimaet û MHPê ne." Tuncelê got ku di pêvajoya hilbijartinê de di nav êrîşkeran de hebûna piştgirên CHPê ne tesaduf e.
- Pêvajoya çareseriyê
Tuncelê got ku di pêvajoya çareseriyê de gavên zagonî nehatin avêtin û polîtîkaya hikûmetê ya di vî warî de rexne kir. Tuncel wiha axivî:
"Heke ku pêvajoya çareseriyê li ser zagonekê, bingehekê neyê avakirin, pevçûn dê dest pê bikin û ne pêkan e ku pêşî li pevçûnê bê girtin. Em vê wek tehdît nabêjin. Li Tirkiyeyê ji sedî 80 kesî êdî şer naxwaz e. Feraseta 'Heke em gav biavêjin, em ê tavîzê bidin kurdan' xelet e. Divê ku zagona muzakereyê bê derxistin. Me ji bo zagonê pêşnûma jî da. Heke ku wiha nebe, li Tirkiyeyê aşitî çênabe."
Tucel wiha pê de çû: " Binihêrin di kûçe û kolanan de çalakiyan cardin dest pê kir. Hûn ê ji aliyekê ve bibêjin 'aştî', ji aliyê din ve leşker dê nesekine. Ev rewş nayê qebûlkirin. Li herêmê cînarên Tirkiyeyê êdî Kurdistan e. Tişta ku divê Tirkiye bike ew e ku, Tirkiye li van cînarên xwe were. Welatê ku herî zêde divê têkiliya xwe bi Kurdistana Iraqê, Herêma Kurdistana Federal re xurt bike Tirkiye ye."
Tuncelê biryarên dardakirina Misirê bi bîr xist û got ku ev nayê qebûlkirin, û divê Misir ji vê biryarê paş ve bikişe.