Alîkarê Serokwezîr Bulent Arinç, Waliyê Adiyamanê Mahmût Demirtaş ziyaret kir û daxuyanî da rojnamegeran. Rojnamegeran der heqê mijarên ku di rojevê de ne ji alîkarê serokwezîr pirsîn.
Arinç ewilî bal kişand pir rengiyê û civakên cuda yên ku li Tirkiyeyê ne û wiha got: "Herkes bi awayekî azad dikare fikr û ramanê xwe parve bike. Armanca me ew e ku em ji azadî û demokrasiyê tu fîreyê nedin û ewlehiyê pêk bînin. Bila çek û tundî tunebe. Îro di meclisê de jî li ser vê mijarê dê xeberdan bên kirin."
Alîkarê Serokwezîr qala bûyerên ku bi hinceta êrîşên DÎŞIyê yên li ser Kobanêyê kirin û bûn sedema mirinan, zirareke mezin jî dan derdorê kir û wiha pê de çû: "Van bûyerên ku herî dawîn qewimîn hovîtiye. Meriv hatin kuştin. Heta îro dibe ku li Tirkiyeyê ji ber hin sedeman meriv hatibin kuştin lê bi vî awayî hov qet nehatine kuştin."
Arinç diyar kir ku li hemberî van kirinan ew nikarin milên polêsan girêbidin û li ser erîşa li Bîngolê sekinî.
Arinç wiha got: "Ev êrîş li gor rê û rêbazekê hatiye kirin, agahî hene, bi destê kê, dê çi demê bê kirin hatiye eşkerekirin û ev koma ku êrîşê kiriye jî xwediyê van agahiyan bû. Em qebûl dikin ku DÎŞI ji bo kuştina gelê wê derê hatiye. DÎŞI ne cara ewil e ku digire ser Kobanêyê. Li wê herêmê tirkmen, sunî, şiî û gelek kesên din jî hatin kuştin. Gelo wê demê qet dilê kesî neşewitî û bi tenê ji bo Kobanêyê şewitî. Di vî tevgerê de tiştek heye. Li Xezeyê çend hezar însan mirin wê demê dilê wan neşewitî, li Filistînê her roj meriv dimirin. Li Helebê, Mûsilê û cihên din ewqas însan hatin kuştin li ber neketne dilê wan neşewitiye û bi tenê ji bo Kobanêyê dişewite. Tiştek wiha nabe. Dilê me ji hemûyan zêdetir şewitî lê em derneketin kuçe û kolanan me agir bi tu derekî nexist."
Arinç diyar kir ku çawa li dijî hemû rêxistinên terorê têkoşîn tê kirin divê li dijî DÎŞIyê jî bê kirin û wiha dewam kir: "Dema şer hat ber derê Kobanêyê tu hinceteke ku meriv Tirkiyeyê tevlihev bike tuneye. Em niha 200 hezar însanî diezimînin. Ev tiştê herî baş ê ku Tirkiyeyê kiriye."
Arinç herî dawîn jî behsa sivîlên ku li Kobanêyê ne kir û wiha axivî: "Hemû li Tirkiyeyê ne. Li Kobanêyê sivîl neman, tê gotin ku komeke ku ji hezar kesî pêk tê şer dike li wir e. Bila bê zanîn hin endamên PYDyê yên şer dikin jî dixwazin birevin û xwe bispêrin Tirkiyeyê jî hene. Li wê derê nikarin bi awayekî baş têbikoşin. Ji wan cihên ku hêvî jê dikirin piştgirî qet nehat. Li Qendîlê kesekî gotibû 'Em li serê çiya dikarin şer bikin. Li Kobanêyê em nikarin şer bikin.' Li çiyayê şerkirin hêsan e li hemberî polês, leşker, mamoste û dadgeran hêsan e. Meriv revandin jî hêsan e lê li Kobanêyê şer nakin, nikaribûn şer bikin, tu tiştek jî ji wan re lazim nîne û hewcedariya wan jî tuneye. Em dikarin hin tiştên din jî bibêjin lê ew ê li ber xwe bikevin, niha ez evqasî bibêjim."