09 Sibat 2017•Rojanekirin: 09 Sibat 2017
ÎSTANBUL
Li Stenbolê dijî rêxistina terorê PKK/KCKyê operasyon hat lidarxistin, 58 şikbar hatin binçavkirin.
Polêsan ji bo deşîfrekirina çalakiyên rêxistina terorê di 74 navnîşanan de operasyoneke hevdem kir da ku 75 şikbaran bigrin.
Di operasyonê de 58 kes hatin binçavkirin.
Di mala şikbaran de 4 fîşengên tijî û şarjor, tivîngeke bipompe, demançeyeke hişkeber, 7 fîşeng, 100 gram kokaîn, 7 gram madeya narkotîk, 2 lître benzîn, gelek kovar, rojname, pirtûk, dokuman û melzemeyên dijîtal hatin dîtin.