ANKARA
Arîkarê Serokwezîr û Berdevkê Hikûmetê Bulent Arinç piştî Lijneya Wezîran daxuyanî dan rojnamevanan. Arinç got ku "Di êrîşên li ser Taxa Şucaiyyeya Xazeyê ji 60 jortir kesên bêguneh ên ku di nav wan de zarok jî hebûn, miribûn. Îsraîl bi awayekî bêrehm û giştî cezayê dide gelê Filîstînê û rewş hatiye asta qetlîamê. Em vê qetlîamê lanet dikin. Di lijneya me ya wezîran de der barê vê yekê de biryar hat dayîn ku 3 roj şîn bê îlankirin"
Arîkarê Serokwezîr Arinç wiha axivî: "Bê guman ku ne di mijara endamtiya Îsraîlê ya OECDyê de ne jî di mijarên din de tu biryareke me ya serê xwe çênebûye."
Ji ber êrîşên Îsraîlê yên li ser Xazeyê tê xwestin ku bi temamî dawî li têkiliyên bazirganiyê yên di navbera Îsraîl û Tirkiyeyê de bînin. Arinç li ser vê daxwazê got ku "Dema em bên li ser têkiliyên me yên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re, belê di mijara îthalat û ixracatê de hinek têkiliya me ya bazirganiyê heye. Lê belê bi temamî holêrakina vê yekê ne di rojevê de ye, ne mimkun e jî. Di ser de divê neyê jibîrkirin ku di nav têkiliyên me yên bazirganiyê yên bi Îsraîlê re qismek têkiliyên me yên bazirganî yên bi Filîstînê re jî hene."