Pêşniyaza Qanûnê ya ku ji bo Pêşxistina Azadî, û Mafên Bingehîn di hin Qanûnan de guherînê dike, li Lijneya giştî ya TBMMê hat qebûlkirin. Nûnerên rêxistinên civaka sivîl yên li Wanê piştgirî dan vê pêşniyazê.
Serokê Borseya Bazirganiyê yê Wanê (VATBO) Selman Toprak, daxuyaniyek da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku bi qebûlkirina Pakêta Demokratîkbûnê ji bo demorasiya pêşketî pêngaveke girîng hat avêtin. Toprak got ku divê çavkaniya meşrûiyetê gel tenê be, berdewamiya qanûn û miameleyên ne li gor gel, nayên qebûlkirin.
Toprak got ku li Cihanê guherînek mezin çêdibe, di vê çerçoveyê de divê hin nêrînên li Tirkiyeyê jî bên hilweşandin û wiha axivî: "Mafê perwerdeya bi zimanê zikmakî mafê herî bingehîn e. Ez hêvî dikim ku dê bangeşeya bi ziman û zaravayên cur bi cur piştgiriyeke mezin bide siyaseta me. Me dît ku azadiya fikirin û jiyanê di vê pakêtê de bêtir cî girtiye û vê yekê em kêfxweş kirin. Her wiha sûca nefretê dê dilê ew kesên ku heta niha tehde li wan hatibû kirin û wek biyaniyan li wan tevgeriyabûn, xweş bike. Cudaxwazî û her cure helwestê bi wî awayî dê di wê çarçoveyê de bê nirxandin û tiştên ku berê qewimîbûn dilê mirovan êşandibû car din dê neqewimin."
Toprak got ku wisa bawer dikim ku serbestiya perwerdeya bi kurdî ya dibistanên di taybet de dê piştgiriyeke mezin bide pêvajoya çereseriyê û anî ziman ku paşvedayîna navên cihan yên berê jî ji bo herêmê guherîneke girîng e.
Serokê Baroya Wanê Mûrat Tîmûr jî da zanîn ku hêviyên mirovan yên ji pêvajoya çareseriyê gelekî mezin in, mirov welatekî ku li wir azadî û edalet heye xeyal dikin. Tîmûr parast dibe ku pakêta demokratîkbûnê digel hêviyên mezin yên di mirovan de hêvîşikestinekî çêke.
Tîmûr destnîşan kir ku divê îqtidara siyasî digel hêviyên mirovan pêngavên wêrek biavêje û wiha axivî: "Tirkiye divê dev ji tiştên wiha berde. Tu ziman zirar nade vê welatî. Ev dewlemendî û renginiya Tirkiyeyê ye. Heke em wê dewlemendiyê biparêzin welat pêş dikeve. Dema ku navên gundan hat qedexekirin, mirov nikare li bendê be ku pêşketin çêbe. Îadekirina fermî ya navên gundan girîng e. Jixwe gel bi zimanê xwe diaxiviya. êdî bi awayekî fermî dayîna van navan jî nîşan dide ku Tirkiye ji hin tirsên xwe hêdî hêdî dûr dikeve. A rast ev tê wê wateyê ku êdî hêdî hêdî bi rabirdûya xwe re rûbirû dimîne. Lê perwerdeya bi zimanê zikmakê tenê di dibistanên taybet de heye, ev jî nîşan dide ku hê jî ew tirs berdewam dikin. Ji bo merhaleya ewilîn gaveke girîng e, lê ez wisa difikirim ku êdî wext hatiye ku di dibistanan de perwerdeya bi zimanê zikmakî bê dayîn. "