Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş û lijneya bi wî re, ji bo hilbijartinên giştî li Serokatiya Bajêr a Stenbolê ya Partiya Kedê (EMEP) Seroka Giştî ya EMEPê Selma Gurkan ziyaret kir.
Demirtaş piştî hevdîtinê bersiva pirsên rojnamevanan da.
Demirtaş di serê axaftina xwe de spasiya Gurkanê û birêvebirên partiyê kir û got hem der barê geşedanên siyasî de hem jî der barê hilbijartinên giştî de nêrînên hev hîn bûn.
Demirtaş diyar kir ku EMEP partiyeke dost a ku ji demek dirêj e bi hev re têkoşînê didin e û wiha axivî: "Me beriya hilbijartinê car din nêrînên xwe bi hev re parve kirin. Ez hêvî dikim ku em di demek nêz de plankirineke berbiçavtir a der barê hevkariya me ya ji bo hilbijartinên giştî de bi raya giştî re parve bikin. Lê jixwe em di asta prensîban de bi EMEPê re bi awayekî hevpar tevdigeriyan. Em dê înşallah ji niha pê ve jî hevpar tevbigerin."
-"Hevalên me niha li Îmraliyê ne"
Demirtaş li ser pirsa rojnamevanan a wekî 'gelo tu lijne çûn Îmraliyê an na?' diyar kir ku niha lijneyek li Îmraliyê ye û da zanîn ku heyet ji ji Ceylan Bagriyanik, Hatîp Dîcle, Îdrîs Balûken, Sirri Sureyya Onder û Pervîn Bûldan pêk tê.
Demirtaş got "Berê êvarê dê hevdîtinên xwe temam bikin û dema vegeriyan îro an sibê dê daxuyaniyek bidin." û da zanîn ku encax piştî ku lijne vegeriya dê bikaribin bêjin ka rewşa wir gihiştiye kîjan astê.
Demirtaş li hember îdiaya dibêje ku "Heke HDP ji benda hilbijartinê derbas nebe dê MHP û CHP bibin yek û ji bo daxistina bendê dê bixebitin" diyar kir ku ev partî îro jî dikarin vê verastkirinê bikin.
Demirtaş da zanîn ku nizanin ka CHP û MHP dê di dahatûyê de vê yekê bikin an na û wiha axivî:
"Lê heke em bêne îqtidarê em dê vê rakin. Em ê bendê daxînin sifirê. Ez ne bawer im ku ew daxînin. Hemû ji vê sûd werdigirin. Heke bixwazin îro jî dikarin bikin lê vê nakin. Niha pirsgirêka me ya bendê tune. Em bawer dikin ku em wê ji bendê biborin. Hemû xebat û amadehiyên me di wê warê de ye."