Serokwezîr Ahmet Davutoglu li Koşka Çankayayê bi nunerên saziyên civakî yên sîvîl ên ji Rojhilatê û Başûrê Rojhilatê Anadoluyê ve hat bal hev.
Davutoglu li vir axaftinek kir û got ku yên naxwazin li Tirkiyeyê yekîtî, biratî û hevkarî çêbibe çalakiyên provakatîf dikin û wiha axivî: "Bûyera Gezîyê wek meseleyeke hawîrdor dest pê kir û ev bûyer hat îstismarkirin û pişt re anarşiyeke civakî û mezin pêk anîn. Bi vê bûyerê ve derbeyeke mezin li pêvajoya çareseriyê xistin."
- "Em li Tirkiyeyê tekoşîn didin ku bila qedera me bibe yek"
Serokwezîr Davutoglu detnîşan kir ku ew li Tirkiyeyê tekoşîn didin ku bila qedera civakê yek be û wiha pê de çû: "Heke hişmendiya çarenûsa hevpar ya civatan hatibe tunekirin û qelskirin, her kes çarenûsa xwe ji çarenûsa cînarê xwe cudatir bifikire, hizûr û pergal namîne. Li vê derê du helwest hene; Yek kesên ku çarenûsê ji hev cuda dikin, dudu kesên ku çarenûsê digihînin hev. Em têkoşînê didin ku çarenûs bibin yek, em dibêjin 'çarenûseke me tenê heye'. Hizûra 78 milyonan jî an wê bi hev re be, Xwedê biparêze rîskeke wisa heye ku em hemû bi hev re kaosê bijîn."
- "Me ev lîstik dît"
Davutoglu behsa HDPyê kir û wiha axivî: "Heke bendavê derbas nebûna wê bigotana 'neheqî hat kirin' wê li serî tundiyê bidana. Dema ku bendavê derbas bûn jî bi kibreke mezin, wek gotinên Mesûd Barzanî yê yên di çapemeniyê de jî cih girt û bal kişand, bi kibreke zêde û bi cesareta ku li Rojhilata navîn rageşiyek heye ve vê carê bangî tundiyê kirin. Lîstîkeke dualî kirin, li Enqereyê demokrasî, li Diyarbekir, Batman û Hekariyê tundî û teror kirin."
Davutoglu got ku gel û dewlet li hember rêxistinên terorê rabûn li ser piyan û tekoşîn dan û wiha pê de çû: "Heke me li hember DAEŞ, PKK û DHKP-Cyê li bajaran û li derveyî sînorên Tirkiyeyê operasyon nekira, ev rêxistinên terorê wê bi hevkariyê ve, wê bi lîstika kişikê, şah û wezîrên li pişt perdê ve wê Tirkiyeyê bixitana nav rewşeşe ji bûyerên Kobanêyê girantir. Wê li hemû bajarên me bûbûna sedema rageşiyê. Me ev lîstik dît."
- "Li Sirûcê dilê me hemûyan şewitî"
Serokwezîr Davutoglu behsa êrîşa li Sirûcê kir û wiha axivî: "Di 20ê tîrmehê de li Sirûcê qetlîameke xaîn hat kirin û piştî êrîşa terorê ne bi tenê dilê eqrebayên 32 welatiyên me, dilê me hemûyan şewitî bû. Ji wê rojê vir ve li Tirkiyeyê di navbera kesên ku dixwazin tundiyê zêdetir bikin û yên ku mafên mirovan, azadiyan, pergala kamuyê diparêzin de tekoşîneke gelek mezin dewam dike."
- "Armanca me ew bû ku em dilan bikin yek"
Davutoglu got ku di nav 13 salan de wan hewl daye ku ew dilan bikin yek û rêzê nîşanî cudahiyan bikin.
Davutoglu wiha dewam kir: "Di bingeha pêvajoya çareseriyê de jî ji xwe ev hebû, di bingeha Projeya Biratî û Yekîtiya Neteweyî de ev hebû, di bingeha demokratîkbûnê de ev hebû. Îro tu kes ji bo zimanê ku diaxive, ji bo erdnîgariya xwe, ji bo çanda xwe, ji bo helbesta ku dixwîne, ji bo stran û kilama ku dibêje, ji bo ziman û tiştên din nayê acizkirin."