Muhammet Kurşun
19 Gulan 2017•Rojanekirin: 20 Gulan 2017
ANKARA
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan der barê vizyona Tirkiyê de got: "Ez li derdora xwe dinêrim, dibînim hin kes ji bo gencên me û nifşa me ya nû bêhêvî ne. Ez tam berevajiyê vê difikirim. Ez ji nifşa nû gelekî bihêvî me. Emê Tirkiya 2023an ji bo we û bi we re ava bikin."
Erdogan li Kulliyeya Serkomariyê di bernameya 19ê Gulanê Bibîranîna Ataturk û Cejna Gencan û Sporê de pêşwaziya Serokwezîr Bînalî Yildirim, Wezîrê Sporê Akif Çagatay Kiliç û Wezîrê Navxweyî Suleyman Soylu û herwiha ji 81 wîlayetan nûneran kir.
"Me tu carî ji hedefên xwe tawîz nedaye"
Serkomar Erdogan got ji bo Tirkiye negihê hedefên xwe hemû astengiyan derdixînin lê ew dev ji meşa xwe bernadin.
Erdogan nirxandina xwe wiha kir:
"Ez hemû tiştên ku me derbas kirin datînim aliyekî. Êrişên ji 2013an vir ve tên kirin, ji şerê me yê serxwebûnê heta niha problemên herî ciddî ne. Ji Bûyerên Geziyê, 17-25 Kanûna Pêşîn, hewldana derbeya hukimê, xendeqên rêxistina terorî PKKyê û hewldana derbeya 15ê Tîrmehê. Her yek ji van bûyereke tarîxî ye.
Digel ku em di bin êrişên rêxistina terorî ya herî xwînrij in jî me tu carî dev ji hedefên xwe û veberhênan xwe bernedaye. Veberhênan dewam kirine. Lewra muheqeq emê welatê xwe derxin asta medeniyên hemdem. Em di vê de bibiryar in."