HEWLÊR
Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî û Serokê Şiiyan Mukteda es Sadr li ser telefonê axivîn.
Li ser malpera înternetê ya Serokatiya HKIyê ya fermî daxuyaniyek hat dayîn. Di daxuyaniyê de hat gotin ku Barzanî û Sadr li ser rewşa siyasî ya Iraqê sekinîn û gotin ku divê welêt di demeke kurt de ji vê rewşa tundiyê xilas bibe.
Barzanî û Sadr hêvî kirin ku hilbijartinên parlamentoyê yên ku dê 30ê nîsanê de çêbibin bila di nav aramiyê de derbas bibe. Serokan daxwaz kir ku rewşeke aram pêk bê da ku gel rayên xwe biavêje.
- Barzanî û Alî Karadagî jî hevdîtin kir
Ji hêla din ve Barzanî û Sekreterê Giştî yê Yekitiya Alimên Dinyayê Alî Karadagî hevdîtin kir. Barzanî, Karadagî û heyeta wî li avahiya fermî qebûl kir.
Karadagî daxuyand ku ziyareta Barzanî ya li Diyarbekirê bandoreke erênî li ser pêvajoya çareseriyê kir.
Barzanî jî diyar kir ku divê pêvajoya çareseriyê wek derfeteke baş bê nirxandin û got ku bi vê pêvajoyê ve li Tirkiyeyê rûpeleke nû di dîrokê de vebû.