19 Gulan 2016•Rojanekirin: 19 Gulan 2016
ANKARA
Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Berdevkê Partiyê Omer Çelik ragihand ku di Kongreya Mezin Derasayî ya 2emîn a AK Partiyê da ku wê di 22yê Gulanê da were kirin Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê Bînalî Yildirim bibe namzedê serokê giştî.
Çelik li Navenda Giştî ya AK Partiyê piştî civîna Lijneya Rêvebiriya Biryarê ya Navendê (MKYK) daxuyanî da.
Omer Çelik navê namzedê serokê giştî yê partiya xwe eşkere kir û wiha got: "Hevalekî me yê qedirbilind Bînalî Yildirimê Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Behrevaniyê û Parlementerê Îzmirê wek namzedê serokê giştî hat hilbijartin."
Çelik di xeberdana xwe da wiha got: "Di navbera Birêz Serokomarê me, serokê me, damezrênerê AK Partiyê da milîm mesafe tune, do jî tunebû îro jî ew ê tunebe."
Piştî xeberdana Çelik Namzedê Seroktiya Gişkî yê AK Partiyê Yildirim axivî û wiha got: "Ji ber ku ji damezrênerê AK Partiyê me, ez zef kêfxweş im, îro jî min wek namzedê Seroktiya Gişkî yê AK Partiyê nîşan didin ev ji bo min anora herî mezin e, ji aliyekî va jî berpirsiyariyeke mezin e."
Yildirim destnîşan kir ku divê her kes baş bizanibe ku AK Partî partiya dozê ye û wiha got: "AK Partî partiya avakirina pêşeroja gel e. AK Partî paşeroja xwe diparêze û ber bi pêşerojê va diçe. Ji ber vê jî di serî da avakar û serkêşê me hemû kadroyên partiyê wê bi hev ra bixebitin û ji bo armancên Tirkiyeya mezin hewl bidin. Bila gumana kesî ji vê tunebe."
Yildirim bal kişand ser kongreyê wiha dewam kir: "Kongreyên partiyan cejna demokrasiyê ne, lê kongreyên AK Partiyê cuda ne, lewra kongreyên AK Partiyên cihêtî nîne, ji bo biratî û yekîtiyê dibe wesîle. Ez hêvî dikim ku em ê di vê kongreyê da jî bi biryarî bi hev ra bimeşin."
Namzedê Seroktiya Gişkî yê AK Partiyê Yildirim got, "Bira miletê me rihet be, em ê vê belaya terorê ji rojeva Tirkiyeyê derxin."