E.O
26 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2016
ANKARA
Melîh Gokçekê Serokê Şaredariya Mezin a Enqereyê da zanîn ku dê navê "Qada Şehîdên 15ê Temûzê" bidin qada li ber Serokatiya Sererkaniyê ya ku di dema hewla derbeyê ya Rêxistina Terorê ya Fetullahî (FETO) de gelek welatî lê şehîd ketin û dê navê Qada Kizilayê ya li welatî lê nobeda demokrasiyê berdewam dikin jî wekî "Qada Demokrasiyê ya Kizilayê ya 15ê Temûzê" bê guhertin.
Li gor daxuyaniya ku ji Şaredariya Mezin hat dayîn Gokçek di roja 10emîn a nobeda demokrasiyê de bangî welatiyên li Qada Kizilayê kir.
Gokçek bi bîr xist Serokwezîr Bînalî Yildirim eşkere kir ku dê navê Pireya Bogazê wekî "Pireya Şehîdên 15ê Temûzê" bê guhertin û wiha axivî:" Wekî Stenbolê şehîdên Enqereyê jî hene. Navekî fermî ya qada li ber Serokatiya Sererkaniyê tune. Wir di encama gulebarana ji firokeyê ya mensûbên xaîn ên FETOyê gelek birayên me şehîd ketin. Ji ber wê ez dibêjim ku di Meclisa Şaredariyê ya ewil de em navê wir bikin "Qada Şehîdên 15ê Temûzê". Dîsa em li nava heman cihê Bîrdariya Şehîdên 15ê Temûzê ava bikin."
Önerisini kabul edenlerin bayraklarını havaya kaldırmasını isteyen Gökçek, vatandaşların coşkulu şekilde bayraklarını kaldırarak "evet" demesine "Hayırlı olsun" sözleriyle karşılık verdi.
Gokçek got ku Kizilay jî wek qada ku welatî li demokrasiyê xwedî derketin bû sembolek û bila navê Qada Kizilayê jî bibe "Qada Demokrasiyê ya 15ê Temûzê" û li Guvenparkê jî "Bîrdariya Demokrasiyê" bê çêkirin û welatiyan jî ev yek tesdîq kirin.