TBMM (
Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu di komcivîna partiya xwe de axivî. Kiliçdaroglu tevgera hikûmetê ya pêvajoya çareseriyê rexne kir û wiha dewam kir:
"Te TBMM li derve hîştiye, bi kî re ne diyar e, lê hûn runiştine û bazariyê dikin. Hûn bazariya çi dikin? Niha behsa çavdêrekî 3emîn tê kirin. Heke hûn vê mijarê bibin qada navneteweyî, ji xwe kontrola we namîne. Ez wek welatiyekî vê welatî ji we re dibêjim. Ez hişyariyê didim hikûmetê, nebê hûn bikevin dafikê."
Kiliçdaroglu destnîşan kir ku çareserî teqez divê li meclisê bibe û wiha got: "Yên ku hewl didin li pişt deriyan pirsgirêkan çareser bikin, teqez teslîmê wê pirsgirêkê dibin."
"Hûn bazariya çi dikin?"
Kiliçdaroglu daxuyand ku hikûmetê li bajarên rojhilatê desthilatiya xwe winda kiriye û wiha pê de çû: "Jiyana wan li ser derewan ava bûye. Evqas derew çawa wisa bi hêsanî tê gotin ez fêm nakim. Heta duh digot 'Yên ku dibêjin hûn bi PKKyê re hevdîtinan dikin bêşeref in.' Niha sekreteryê ava dikin. Ev rewş çawa dibe? Li herêmeke Tirkiyeyê tu saziyên dewletê naxebite. Me got pirsgirêk heye ûivê bê çareserkirin. Bi awayekî baş divê bê çareserkirin. Divê bi rêya demokrasî û azadiyê bê çareserkirin.Li kû? Divê li TBMMyê bê çareserkirin."
Kiliçdaroglu got ku AK Partî dewletê ji bo berjewendiyên xwe bi rê ve dibe, gel dixapîne. Serokê CHPyê Kiliçdaroglu behsa jêpirsînên 17 û 25ê çileya paşîn jî kir û wiha got: "Dozgeran dosye girtin, lê di TBMMyê de komîsyoneke jêpirsînê ya ku hatiye avakirin heye . Her tişt gav bi gav derdikeve holê."