Operasyonên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê yên li bakurê Iraqê birin ser PKKya rêxistina cihêxwaz bû sedema sêparçebûna rêveberiya rêxistinê û terikandina Qendîlê.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, teyareyên şer ên ku ji Femandariya Baregeha Jetan a 8an ya Diyarbekirê radibin êrîşî hedefên rêxistina cihêxwaz ên li derva û nav welêt.
Teyareyên bêmirov, teyareyên keşf û çavdêriyê hedef tesbît kirin û paşê teyareyên şer, bi bombeyên teknolojîk va operasyon birin ser qampên PKKyê yên li Qendîl, Zaxo, Zap, Metîna û Hakurkê.
Piştî operasyonan ji 3 payan payek endamên rêxistinê yên li Qendîlê qamp terk kirin. Rêveberiya payebilind jî bû 3 parçeyan. Ji rayedaran hinek li qampê man, parçeyê ku di nav wan da Murat Karayilan jî heye derbasî erdê Îranê bû, rêveberên din jî xwe li Cizîra herêma Sûriyeyê veşartin.
- Di bêtêlan de anonsa birîndarbûna Demirtaş
Li gor agahiyên ku ji herêmê hatin sitandin, Nurettîn Demirtaşê ku perwerdeya leşkerî dide rêxistinê di operasyona ewil da birîndar ket. Çavkaniyan diyar kirin ku birîna Demirtaş giran nîne, hê li herêmê ye, lêbelê ciyê wî hê tam nayê zanîn. Rayedaran diyar kirin ku agahiya birîndarbûna Demirtaş bi destê çavkaniyên li herêmê hate Hêzên Çekdar yên Tirk, wek mayîn jî piştî operasyonê di anonsên bêtêlên endamên rêxistinê da hat anonskirin ku Demirtaş birîndar bûye. Hat ragihandin ku ji bo xebera birîndarbûna Demirtaş û zayîata ku hate serê wan eşkere nebe endamên rêxistinê axaftinên di bêtêlan da sekinandin.
Wek mayîn hat destnîşankirin Kobanê ji ber êrîşên DAEŞê ewledar nîne û ji bo vê jî rêveberên rêxistinê çûn Cizîrê.