24 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 26 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Wezareta Pêşmerge ya Herêma Kurdistanê daxuyand ku ew ê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê ya ku ji destê rêxistina terorê DAEŞê de ye bibin û ew ê ji herêmên ku ev du sal in hatine bidestxistin dernekevin.
Wezareta Pêşmerge di daxuyaniya xwe ya nivîskî de wiha got: "Li gor şertên peymana demkî ya ku wê piştî ewlehî û pergala bajêr pêk bê di navbera Hewlêr û Bexdayê de çêbibe, pêşmerge û hêzên ewlehiyê yên Kurdistanê wê ji Mûsilê derkevin. Peymana ku di navbera DYA û Herêma Kurdistanê de hat îmzekirin tu carê nayê wê wateyê ku hêzên pêşmerge divê ji herêmên derdora Mûsilê yên ku ev du sal in ji destê rêxistina terorê DAEŞê hatine xilaskirin, derkevin. Ev bi tenê ji bo derketina ji navenda bajêr e."
"Pêşmerge ji salekî zêdetir e ji bo vê operasyonê amade ye"
Der barê pêşmerge wê beşdarî operasyona Mûsilê bibin an nebin de jî wiha hat gotin: "Ev ne mijarek nû ye. Pêşmerge ji salekî zêdetir e ji bo vê operasyonê amade ye. Lê hêzên girêdayî hikûmeta navend a Iraqê ne amade ne. Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî çend caran destnîşan kiribû ku pêşmerge amade ne."
Wezareta Bergiriyê ya Iraqê rojek berê di daxuyaniya nivîskî de gotibû dema ku peymana di navbera DYA û Herêma Kurdistanê de bikeve rewacê û hikûmeta Iraqê demekê diyar bike ku pêşmerge ji herêmên bi operasyona Mûsilê ve hatine rizgarkirin derkevin, divê pêşmerge jê derkevin.
Sekreterê Giştî yê Wezareta Pêşmerge ya Rêvebiriya Herêma Kurdistanê Cebar Yawer di 13ê tîrmehê de ji AAyê re daxuyandibû ku mehaneyên pêşmergeyan ên ku wê beşdarî operasyona rizgarkirina Mûsilê bibin ji vê şûnde wê bi pereyên ku Amerîka bişîne ve bêne dayîn.
Yawer wiha gotibû: "Ji bo ku mehane û mesrefên şer bên dayîn ewil wê 415 milyon dolar wê bê şandin. Li ser vê pergalê mehaneyên pêşmergeyan wê bên dayîn."