Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş destnîşan kir ku em berpirsiyariya li ser milê xwe dizanin û wiha got: "Em ê li Tirkiyeyê destûrê nedin tevlihevî, rageşî û bê îstiqrariyê."
Demirtaş li Balafirgeha Ataturkê li Salona VÎPê pirsên rojnamevanan bersivand.
Demirtaş destnîşan kir ku wê li Enqereyê civînên Lijneya Rêvebiriya Navendî û Meclisa Partiyê bikin û got em ê dora rojê jî bi namzedên ku hatine hilbijartin re bên bal hev û encamên hilbijartinê binirxînin û li ser projeyên ji bo pêşerojê bisekinin û wiha dewam kir: "Em bar û berpirsiyariya li ser milê xwe dizanin. Em ê li Tirkiyeyê destûrê nedin tevlihevî, rageşî û bê îstiqrariyê. Rewşa teqez ev e ku em di nav koalîsyona ku AKP tê de ye, nînin. Wek mayîn çi derdikeve, em ê nîqaş bikin. Civakê berpirsiyarî daye partiyên yekem û duyemîn. Divê mijara ewil ew e ku koalîsyona AKP-CHPyê were nîqaşkirin. Wê nîqaş çawa dewam bikin, em ê bibînin."
Demirtaş li ser pirsa "Heger ji we re teklifa koalîsyonê were hûn ê çawa tevbigerin?" wiha got: "Heger ku hat em ê binihêrin."
- "Pêvajoya Çareseriyê naqede"
Demirtaş li ser pirsa "MHP dixwaze Pêvajoya Çareseriyê biqede" wiha xeberda: "Hevalno Pêvajoya Çareseriyê naqede."