Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu got: "Kê çi dike bila bike, kê çi şiddetê, kîjan terorê dike bila bike, em ji vê rêyê venagerin. Ev rê rêya biratiyê ye. Çi dibe bila bibe pêvajoya çareseriyê wê serkeftî bibe."
Davutoglu li Îdirê di mitînga partiya xwe da bangî partiyiyan kir.
Davutoglu Hevserokê Giştî yê HDPê Selahattîn Demirtaş rexne kir û wiha got:
"Bi tekbîran deng bidin da Demirtaşê ku Kabe û Taksîm dida ber hev bila bibihîze. Demirtaşê ku digot 'Quds ya cihûyan e' bila bibhîze. Hûn ê bidin bihîstin, dema ku hate vir hûn ê dersekê bidinê? Hûn ê bibêjin ku Quds, Mescida Eqsayê axa îslamê ye û wê heta hetaniyê jî wek axa îslamê bimîne? Dersekê bidinê ku bila kes li vê derê bi devê Îsrailê li vê derê neaxive. Bila tu kes bi devê biyaniyan neaxive. Li vê derê tenê dengê tekbîra ku nîşaneya tewhîdê ye digihîje esmanan û li esmanên vê derê alaya sor a ku yekîtiya me ya millî temsîl dike ba dibe."
Serokwezîr Davutoglu got ku hêngî ku ew hatine ser wezîfeyê, ji bo ku maf werin dayîn referandûm hatin kirin, halê derasayî hat rakirin, astengiyên li pêşiya zimanê dayîkê hatin rakirin, mafê demokratîk û azadî zêde bûn û qedexeya salpeyê rabû.
- "Pêvajoya çareseriyê wê serkeftî bibe"
Davutoglu got ku kê çi dike bila bike, kê çi şiddetê, kîjan terorê dike bila bike, ew ji vê rêyê venagerin û wiha dewam kir:
"Ev rê rêya biratiyê ye. Çi dibe bila bibe pêvajoya çareseriyê wê serkeftî bibe. Biratiya me ya heta hetaniyê wê bi hev ra çêbibe. Di gulana 2013an da pêvajoya çareseriyê hatibû asta herî pêş, wê demê ev komên çekdar wê Tirkiye terk bikirana, lê terk nekirin. Lewra provokasyonên Geziyê dest pê kirin. Bi provokasyonên Geziyê va Tirkiye serobino kirin. Ka tesîra provokasyonên Geziyê li ser me çêbû, wan em dan sekinandin? Wê demê pêşî li me nebirîn. Vêgav dikarin pêşî li me bigrin? Paşê çeteya paralel kirin dewrê. Wan em dan sekinandin? Millet di hilbijartina 30ê adarê da dersa wan da wan."
Davutoglu bangî hemû HDPê kir û got ku an hûn ê demokrasiyê hilbijêrin an çêkê û got ku her du bi hev ra nabin, heke hûn dibêjin 'em demokrasiyê hildibijêrin, em diçin hilbijartinê' hûn ê çekan daynin.
Davutoglu got ku HDP CHPya heyama yekpartî ye û cihê ku bixwe lê be, destûrê nade ku kesên din li wê derê bin.
Davutoglu diyar kir ku HDP dev davêje dîn û diyaneta millet, dixwaze millet ji dîn sar bike û bi îdeolojiya Marksîst û Lenînîst tevdigere û got ku kes nikare millet ji dîn û baweriyê dûr bixe.
Davutoglu destnîşan kir ku îdiriyan ew bi tirkî, azerîkî û kurdî silav kir û got: "Îdiriyên ku bi her zimanî silavê didin min, gelo hûn ê ya dilê xwe li ser sindoqan teyîd û tesdîq bikin?" û ji îdiriyan xwest ku di hilbijartinê da "destanê" binivîsin.