İbrahim Atmaca
25 Îlon 2018•Rojanekirin: 26 Îlon 2018
TEHRAN
Serokomarê Îranê Hesen Ruhanî diyar kir, tu astengî li pêşiyê tuneye ku tevkariya di navbera Tirkiye û Îranê da xurt be.
Serok Erdogan ji bo ku beşdarî Hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yem a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, li New Yorka bajarê Amerîkayê ye û li wê derê bi Serokomarê Îranê Ruhanî ra civiya. Ji Serokomariya Îranê der heqê hevdîtinê da daxuyanî hat dayîn.
Li gor daxuyaniyê Ruhanî di civîna ku bi Serok Erdogan ra kir da diyar kir, tu astengî li pêşiyê tuneye ku tevkariya Tirkiye û Îranê xurt be û wan erênî pêşwazî kir ku karsaz û şirketên Tirk beşdarî pêvajoya xurtkirina projeyên li Îranê bûn.
Di daxuyaniyê da qala şermezarkirina Tirkiye û Serok Erdogan ya ji bo êrîşa Ehwazê hat kirin û cih da gotina Ruhanî ya "Em di rojên dijwar da ligel hev bûn. Ev hedîse (Ehwaz) dide nîşan ku divê em li dijî terorîzmê têkoşîneke mezin bikin."
Hat gotin ku Ruhanî di hevdîtinê da gotiye ku ew ji bo mijara Sûriye û bi taybetî Îdlibê amade ne ku di çarçoveya pêvajoya sêalî da her cure tevkariyê bikin.
Serok Erdogan ji bo ku beşdarî Hevdîtinên Lijneya Giştî ya 73yem a Neteweyên Yekbûyî (NY) bibe, li New Yorka bajarê Amerîkayê ye û li wê derê bi Serokomarê Îranê Ruhanî ra civiyabû.