SÎVAS
Serokomar Erdogan: "Şebekeya bêbextiyê ya li Pensilvanyayê û ticarên xûnê yên li Qendîlê bûne rêheval. Di vê koalîsyonê da cî girtine. Yên ku dijmin bûn û tu wextê nedihatin cem hev, niha bi hev ra ne."
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Qada Komarê ya Sêwasê xitabî gel kir.
Serokomar Erdogan di xeberdana xwe da destnîşan kir ku ji bo avakirina Tirkiyeya nû bi dil û can dixebitin û wiha got: "Lê li hemberê me koalîsyona Tirkiyeya berê heye. Yên ku ji lûlikan xûnê diherikînin û partiyeke ku îdia dike û dibêje ez neteweperwer im ketine milê hev û li gel hev in. Li Batmanê li ser pankartekê wiha dibêjin, 'Heger em bendê derbas nekin cî û warê me çiya ne.' Lewra ev ji çiyê tên îdarekirin. Dev ji çekan bernedane. Di 6-7-8ê cotmehê da hevserokekî wan derket û bang kir ku derkevin kuçe û kolanan û 50 kes mirin. Yên ku tên kuştin kurd in, yên ku dikujin kurd in. Ev çawa dibin nûnerê welatî û birayên min ên kurd?"
Serokomar Erdogan der heqê rexne û gotinên ji bo "dîktatoriyê" jî wiha got: " 'Li welatê ku lê 90 partiyên siyasî hene Recep Tayyîp Erdogan dîktator e'. Nika 20 partî dikevin hilbijartinê. Ev çito dibe dîktatorî? Li welatê ku lê dîktator hebe ev çito dibe? Em dikarin tişteke wisa bikin? Em dîktatoriya li dinyayê dizanin û dibînin. Hemûyên wan îftira ne. Lewra ev bermayiyên rejimên kominîst ên navdar in. Maoîst, Lenînîst, Stalînîst..."
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser Pêvajoya Çareseriyê û wiha dewam kir: "Ji bo ku dayik negirîn em Pêvajoya Çareseriyê didin meşandin, lê tiştên nemayî ji me ra dibêjin. Niha jî diçin bi yên ku dayikan diêşandin ra derdikevin rê. Tenê ev jî nîne. Şebekeya bêbextiyê ya li Pensilvanyayê û ticarên xûnê yên li Qendîlê bûne rêheval. Di vê koalîsyonê da cî girtine. Yên ku dijmin bûn û tu wextê nedihatin cem hev, niha bi hev ra ne."
Serokomar Erdogan der barê tirên MÎTê da jî wiha xeberda: "Rojnameyek şerm nake û dibêje 'Erdogan gotiye ku çek tê da tunene.' Heye yan tuneye, em vê deynin dera hanê. Tişta muhîm ew e ku tu ji exlaqa çapemeniyê dûr î. Tu radibî û operasyona ku Teşkîlata Îstixbaratê ya Neteweyî dike, tevî rêxistina paralel li dinyayê belav dikî. Beriya her tiştî ev sîxurî ye. Niha dixwazin bi alîkariya xwediyên xwe yên li dinyayê ji hikûmet û MÎTê gilîdar bin. Hûn herin ku derê jî ji xeynî Xwedê tirsa me ji kesî tuneye."