Abdullah Tel
06 Gulan 2017•Rojanekirin: 07 Gulan 2017
ANKARA
Parlementera Îzmirê ya CHPê Selîn Sayek Bokeyê ji wezîfeya Berdevkiya Partiyê û Alîkariya Serokê Giştî ya CHPyê îstifa kir.
Bokeyê îstifaya xwe bi daxuyaniyeke nivîskî da bihîstin û ragihand ku di 16ê Nîsanê da li Tirkiyeyê herî kêm ji sedî 50yê hilbijêran li dijî "rejima yekmirovî" derketin lê ew heq bi rêyên hiqûqî hat dagirkirin.
Parlementera CHPê destnîşan kir wezîfeya dikeve ser milê CHPê ne ew e tiştên nemeşrû meşrû bike ya divê bike ew e ku ji bo derxistina rastiyê tevlî gel birêvebirina têkoşîna siyasî ye û wiha pê da çu: "Nêrîna rêveberiyê ya wê CHPya ku divê bibe îradeya herî xurt a na yê, di şûna xurtkirina dengê milyonan û demokrasiyê da, li ser bingeha hereketê nîqaş û tevger tên kirin. Di partiyeke civakî û demokrat da wezifeya rêveberiya partiyan, biryarên disîplînî û siyasî bispêre lijneyên partiyê nîne, karê wê ew e ku fikr û ramanên cihê yên di partiyê da bi awayekî baş tevlî pêvajoyên partiyê bike û di lijneyên partiyê da bide xebitandin."