Serokê Partiya Yekîtî ya Îslamê (Yekgirto) Mihemed Ferec got ku heke hikûmeta Bexdayê di mijara mafên kurdan da rêzê nîşan bide ew ê di nav Iraqê da bimînin û wiha axivî: "Heke wisa nebe cihêbûn mafê me yê siruştî ye. Lêbelê divê ev bi lihevkirin û îtifaqê va bibe. Lewra em cihê bibin jî em cînar in. Bi şer va encam nayê bidestxistin. Serbixwebûna me divê bi xwînrijandinê nebe. Ev hewce nake. Divê em mafên xwe bixwazin."
Ferecê Serokê Yekgirtoya ku li herêma Kurdistanê partiya mihzefezekar a herî mezin e daxuyanî da nûçegihanê AAyê û pirsên der barê rojevê da bersivand.
Ferec pirsa der barê nîqaşên li ser serbiwexwebûna Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) da wiha bersivand: "Bi dijminî û dijberiyê em nikarin bi Iraqê ra bimînin. Lewra ji bo me bihayê dijmintahiyê zehf giran bû. Neşandina budçeyê û nedana mehaneya gelê me di jiyanê da gelek tengasî derxist. Divê em bi partiyên siyasî yên din ra bicivin û ji bo rakirina barê giran ê li ser pişta kurdan biryarekê bidin."
Ferec bal kişand ku ji ser Peymana Sykes-Picota ku pê erdê Osmaniyan parvekirin ra 100 sal derbas dibe û wiha pê da çû:
"Edî têrê nake? Di vê pêvajoyê da yên ku herî zêde hatin talankirin û zilm dîtin kurd in. Belê em parçeyekî Iraqê ne. Heke hikûmeta Bexdayê di mijara mafên kurdan da rêzê nîşan bide, wê dême mesele tune. Heke wisa nebe cihêbûn mafê me yê siruştî ye. Lêbelê divê ev bi lihevkirin û îtifaqê va bibe. Lewra em cihê bibin jî em cînar in. Bi şer va encam nayê bidestxistin. Serbixwebûna me divê bi xwînrijandinê nebe. Ev hewce nake. Divê em mafên xwe bixwazin."
- Operasyona Mûsilê
Ferec pirsa der barê tevlîbûna operasyon Mûsilê ya pêşmergeyan da wiha got: "Hewcedariya Iraqê bi me heye, hewcedariya me jî bi Iraqê heye. Hewcedariya dewletên dinyayê jî bi kurdan heye. Lewra hêzên pêşmergeyan li dijî DAEŞê bi qehremanî şer kirin. Heke DAEŞ ji Mûsilê bê derxistin di têkoşîna li dijî terorê da herî zêde Kurdistanê qezenc bike. Ji ber vê yekê şeklê tevlêbûna me ya operasyonê zehf girîng e. Divê eşkere bê zanîn ku me li ser kîjan esasan li hev kiriye."
Ferec îdia kir ku li gor xala 140î ya qanûna bingehîn a Iraqê Kerkûk û cihên din ên ku pêşmergeyan ji DAEŞê xilaskir piştî şer ew ê di kontrola Rêveberiya Kurdistanê da bimînin û wiha pê da çû: "Ev sînorên ku îro tên eşkerekirin zehf muhim in. Ez bawer nakim ku piştî DAEŞê şiî bi me ra şer bikin. Lewra heke gelên sereke bi hev ra şer bikin Iraqê xirab bibe. Wek mayîn jî kesên sînorê me bi wan ra hene jî sunî ne, eleqeya şiiyan bi van deran ra tune."
- "DAEŞ rêxistina terorê ye"
Mihemmed Ferec destnîşan kir ku eleqeya DAEŞê bi exlaq û rihê Îslamê ra tune û DAEŞ rêxistina terorê ye û wiha axivî:
"DAEŞ komeke ji Îslamê nîne. Meriv nikarê bi zorê Îslamê bide qebûlkirin. DAEŞ rêxistina terorê ye. Armanceke avakirina vê rêxistinê jî dijmintahiya kurdan e. Lewra li Iraqê bi tenê êrîşî me kirin. Di şerê ku me bi wan rakir da gelek kesên me şehîd ketin, birîndar, windabûyî û mexdûrên me hene."