ANKARA
Kiliçadoglu beşdarî bernameya "Ankara Gunlugu" ya CNNê bû û pirs bersivandin...
Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu der barê rojevê de axivî û got: "Dawxaza demokrasî û azadiyê qadan nas nake, cih nas nake. Ev mafekî mirovî ye. Dema ku tu azadiya min sinor bikî, ezê ji vêya bi fitbolê, bi sinemayê, bi şanoyê, bi helbest, bi romanê û li hemû cihan bibêjim."
Pirsa, "Misteşarê MÎTê Hakan Fîdan der heq pêvajoya çareseriyê de tu agahî da an na?" Kiliçdaroglu got: "Naxêr tu agahî neda min. Tu temasa wî ji nebû. Birêz Fidan carekê hat lê ev ji berya vê pêvajoyê bû.
Serokê CHPê yê Giştî Kiliçdaroglu li ser pirsa "di hevdîtina we ya bi Serokwezîrê Îraqê Nurî el Malîkî de hûne peyamên çawa bidin?", got: "Dema ku ez ew peyama bidim jixwe medyayê jî dê li wê derê be."
Kiliçdaroglu îdia kir ku di dîroka Tirkiyeyê de di ev rojên herî dijwar in, bi hemû cîranên xwe re têkiliyên wê xirab in û Tirkiye, pêşengê Libayê Muammer Qaddafiyê ku di şerê Qibrîsê de piştgirî dabû Tirkiyeyê, kuştina Qaddafî de Tirkiyeyê dengê xwe nekir.
Kiliçdaroglu polîtîkaya Tirkiyeyê ya derve ji nirxand û rexne kir. Kiliçdaroglu wiha pê de çû:
Tirkiyeyê herî dawî li Misrê polîtîkayên şaş meşandin. Serokwezîr dikaribû wiha bigota: Li Misrê derbeyeke leşkerî bû. Em dixwazin Misir di demeke nêz de derbasî demokrasiyê bibe. Em dixwazin hilbijartin werin çêkirin. Misir dostê me ye, dewleteke gelekî girîng ya herêmê ye. Hûn rabûn we got: "Mursî Serokomarê me ye." Serokwezîrekî welatekî dikare tişteki wiha bêje? De kerem ke ger ku Mursî Serokomarê te ye biçe Misrê. Çi karê te li Tirkiyeyê heye?
Kiliçdaroglu wiha dewam kir: "Belê ya li Misrê diqewime derbe ye. Misriyên li qada Tehrîrê demokrasî û azadî dixwestin. Sîsî hat demokrasî û azadî ji holê bû. Derbe kir.
Li ser pirsa helwesta Rojava jî Kiliçdaroglu got ku Rojava ji bo berjewendiyên xwe tevdigere.
Kiliçdaroglu, li ser pirsa "ji bo 1ê îlonê tu fikarên we hene?" wiha got: "Tiştek diqewime Serokwezîr û wezîrên wÎ dibêjin 'li gor îstixbaretê' û şîroveyên xwe dikin. Dewletek bi îstixbaretê nayê rêvebirin."