Önder Beyter
03 Gulan 2017•Rojanekirin: 03 Gulan 2017
SOÇÎ
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan û Serokê Dewleta Rûsyayê Vladîmîr Pûtîn, ji qeyrana firokeyê ya ku di navbera herdu welatan da di berfanbara 2015an da qewimîbû û vir va wê îro cara pêncan li Rezîdansa Serokatiya Dewletê ya li Soçiyê bên cem hev.
Erdogan wê wekî mêvanê Pûtîn were Soçiyê û herwiha tê pêşbînîkirin ku li vir peywendiyên dualî yên di navbera Tirkiye û Rûsyayê, mijara Sûriyeyê û meseleyên herêmî û navneteweyî wê bên gotûbêjkirin.
Dîsa tê destnîşankirin ku seredan divê di pêvajoya diyaloga Tirkiye-Rûsyayê da wekî "dûmahîka trafîqa hevdîtinên pilebilind" bê dîtin.
Li hêviyê ne ku di hevdîtinê da mijara îzna xebatê ya welatiyên tirk ên ku li Rûsyayê dijîn û bazirganiyê dikin, mijara vîzeyê û herwiha qedexeya li ser fealiyetên şirketan jî bên rojevê.
Serokomar Erdogan û Serokê Dewleta Ûris Putîn, ji qeyrana firokeyê ya ku di navbera herdu welatan da di berfanbara 2015an da qewimîbû û vir va piştî hevdîtinên li St. Petersburg, Çîn, Stenbol û Moskovayê wê îro cara pêncan li Rezîdansa Serokatiya Dewletê ya li Soçiyê bên cem hev.