Elif Orhan
23 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 23 Cotmeh 2017
ANKARA
Hat ragihandin ku Sererkan Orgeneral Hulusî Akar çû DYAyê.
Di daxuyaniya nivîskî ya ku ji Serokatiya Sererkaniyê hat dayîn de hat gotin ku Orgeneral Akar ji bo ku beşdarî "Konferansa Sererkanên Têkoşîna Dijî Rêxistinên Radîkal ên Alîgirên Şîdetê" çû Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê.