İbrahim Atmaca
10 Tîrmeh 2018•Rojanekirin: 10 Tîrmeh 2018
BAKU
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan li Bakuya paytextê Azerbaycanê ji hêla Serokomarê Azerbaycanê Îlham Aliyev bi merasimeke fermî va hat pêşwazîkirin.
Ji bo ziyareta Serok Erdogan li Qesra Zagulbayê merasimeke fermî hat lidarxistin.
Serokomar Aliyev di merasimê da Erdogan li ber wesayîta wî pêşwazî kir û ew hembêz kir.
Erdogan û hemtayê wî bi gotina "Silav esker" silav dan eskerên li merasimê.
Di merasimê da Sirûda Îstiqlalê û sirûda neteweyî ya Azerbaycanê hat xwendin.
Di dawiya merasimê da heyet hatin nasandin û herdu serok rûbirû dest bi hevdîtinê kirin.
- Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan qebra Serokomarê merhûm Heyder Aliyev û goristana şehîdên Tirk û Azerbeycanê ziyaret kirin.
Serok Erdogan piştî ku wek serok hat hilbijartin, di çarçoveya kevneşopiya dewletê da çû Bakuya paytextê Azerbeycanê û ji balafirgehê derbasî Goristana Dewletê ya Fexrî Xiyabanê ku qebra Heyder Aliyev û jina wî lê ye bû.
Erdogan çelenk danî ser gora Heyder Aliyev û paşê çîçek danî ser Zarîfe Aliyeva jina Heyder Alîyev.
Erdogan li Xiyabana Şehîdan a Bakuyê ku Şehîdên 20ê Rêbendanê lê ne jî çelenk danî Bîrdariya Agirê Ebedî.
Bandoya eskerî Sirûda Îstiqlalê û Sirûda Neteweyî ya Azerbeycanê lê xist.
Erdogan derbasî goristana Şehîdên Tirk jî bû û li wê derê çelenk danî ser bîrdariyê û yek û yek qernefîl danî ser gorên şehîdan.
Erdogan di deftera şerefê ya bîrdariyê da wiha nivîsî:
"Şehîdên me yên ezîz,
"Piştî hilbijartina 24ê hezîranê ya dîrokî ez wek Serokomarê 1em ê Pergala Hikûmeta Serokomariyê li hizûra we ya menewî me û ez ji vê gelek bextewar im. Îlhama ku me ji fedakariya we ya hilda, weke heta niha înşallah piştî vî qasî jî em ê bixebitin ku têkiliyên Tirkiye Azerbeycanê di her qadê da xurt bibin û pêş bikevin. Ruhên we şad bin."