Serokomar Recep Tayyîp Erdogan li Riyada paytextê Erebistana Siûdî ji aliyê Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz el-Suud ve bi merasima leşkerî ve hat pêşwazîkirin.
Erdogan piştî ku Medîne ziyaret kir, bi saeta Tirkiyeyê ve di saet 13.15an de bi teyareya "TUR"ê ve hat Riyadê.
Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Abdulazîz el-Suud Serokomar Erdogan li Termînala Qraliyetê ya Balafirgeha Navneteweyî ya Riyad Kral Xalid pêşwazî kir.
Selman, Erdogan li ber deriyê teyarê pêşwazî kir û bi hev re çûn qada merasimê. Qral Selman û Erdogan piştî ku sirûda her du welatan hat xwendin, silav dan leşkerên merasimê. Her du lîderan heyeta xwe bi hev dan naskirin û pişt re derbasî termînala qraliyetê bûn.
Qral Selman di vê navberê de ji Serokomar Erdogan re qehweya ereban şabaşî kir.
Serokomar Erdogan wê li qesra taybet a bajêr bi Qral Selman re hevdîtinê bike û pişt re wê bi hev re firavînê bixwin.
Erdogan piştî hevdîtinan wê vegere Tirkiyeyê. Alîkarên Serokwezîr Yalçin Akdogan û Nûman Kurtulmuş, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavuşoglu, Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin û Misteşarê Wezareta Karên Derve Ferîdûn Sînîrlîoglu rêhevaltiya Serokomar Erdogan dikin.