Ahmet Aydın
22 Cotmeh 2019•Rojanekirin: 22 Cotmeh 2019
ANKARA (AA) - Serokê Komara Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina Serokê Federasyona Rûsyayê Vladimîr Pûtîn dê bi serdaneke rojane biçe Rûsyayê.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandinê, Serokomar Erdogan dê sibe li Soçiyê bi Serokê Federasyona Rûsyayê Pûtîn re hevdîtinê bike û dê digel mixatebê xwe serektiya civîna navbera heyetan bike.
Tê çaverêkirin ku di serdanê de têkiliyên dualî yên Tirkiye-Rûsyayê, di serî de pêşhatên li Sûriyeyê, mijarên navneteweyî û herêmî bên gotûbêjkirin.