Önder Beyter
26 Nîsan 2018•Rojanekirin: 27 Nîsan 2018
TBMM
Serokwezîrê berê û Parlamenterê Konyayê yê AK Partiyê Ahmet Davutoglu diyar kir ku di hilbijartina 24ê Hezîrana 2018an da ew ê nebe namzedê parlamenteriyê û wiha got, "AK Partî çi biryarê werbigire, ew biryar a min e jî û namzedê AK Partiyê birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, namzedê me hemûyan e."
Davutoglu li Meclisê civîna çapemeniyê li dar xist û got ew hêvî dike ku biryara hilbijartina pêşwext a ku hefteya çûyî hat standin ji bo welat bi xêr be.
- "Ez timî bi rêgezan va tevgeriyam"
Davutoglu bal kişand ku di jiyana xwe ya akademîk û dewletê da ew timî bi rêgezan va tevgeriya û herwiha ew tu wextî beşdarî helwesteke bêrêgez nebû, li cem, li kêlekê, li paş û li pêş helwesteke bêrêgez nesekinî.
Davutoglu wiha dewam kir, "Dema aîdiyeta min a AK Partiyê dewam dikir, dema ez Serokê Giştî yê duyemîn ê AK Partiyê û Serokwezîrê sêyemîn bûm, ez tevlî tu hereketeke siyasî, fealiyet an jî organîzasyoneke siyasî a dervayî AK Partiyê nebûm, ez nabim û ez vê yekê berevajiyê exlaqê xwe ya siyasî dibînim."
- "Serokomarê me Erdogan namzedê me hemûyan e"
Davutoglu bal kişand ku AK Partî çi biryarê bide, ew ê jî li ser wê biryarê bibe û wiha pê da çû, "Heger ez qesda tiştekî bi vî rengî bikim ez ê nasnameya xwe ya AK Partiyê bidim alî ku çi niyeteke min a wiha tuneye û wê nebe jî. Ji ber hindê, AK Partî çi biryarê werbigire, ew biryar a min e jî û namzedê AK Partiyê birêz Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, namzedê me hemûyan e. Ji bo min tiştekî rast nîne ku di vê mijarê da spekulasyon werin kirin."
Davutoglu herwiha ragihand ku bêyî ku çavê xwe bikute meqam û postekî, ew ê bi şev û roj bi fedekarî tevlî fealiyetên AK Partiyê bibe û bixebite.
Ahmet Davutoglu bersiv neda pirsên rojnamegeran.