Sevim Hatun
06 Berfanbar 2016•Rojanekirin: 06 Berfanbar 2016
ANKARA
Serokwezîr Bînalî Yidirim: "(Pêşniyaza guhertina Destûra Bingehîn) Înşallah piştî vegera Rûsyayê astengiyeke dernekeve pêşiya me, di nav vê hefteyê de em ê pêşniyaza xwe ragihînin Meclisê."
Rûsya berî çûna Rûsyayê li Balafirgeha Esenbogayê daxuyanî da.
Mensûbekî çapemeniyê hevdîtina ku îro digel Serokê Giştî yê MHPyê Devlet Bahçelî kir bibîrxist û got 'Gelo we pirsgirêkên der barê destûra bingehîn de çareser kir an na, pêşniyaz wê kengî bê meclisê?' Yildirim li ser van pirsan wiha xeberda:
"Ez îro ji bo çayekê Birêz Bahçelî vexwum çûm meqam, me bi hev du re çay vexwar, sohbet kir û piştre em veqetiyan. Me li ser evan meseleyan berê jî daxuyanî dabû. Heta îroo me bi raya giştî re çi parve kir, me ev gav bi gav bi cih anî û bi cih tê. Înşallah piştî vegera Rûsyayê astengiyeke dernekeve pêşiya me, di nav vê hefteyê de em ê pêşniyaza xwe ragihînin Meclisê."
Serokwezîr Yildirim, bi "TÛR"a balafira taybet di saet 20.20î de çû Moskovaya paytexta Rûsyayê.
Alîkarê Serokwezîr Tugrul Turkeş, Waliyê Enqereyê Ercan Topaca, Midûrê Ewlekariyê Mahmut Karaaslan û rayedarên din li Balafirgeha Esenbogayê Serokwezîr Yildirim oxir kir.
Yildirim bi Xanima xwe Semîha Yildirim, Alîkarê Serokwezîr Nurettîn Canîklî, Wezîra Malbat û Polîtîkayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Berat Albayrak, Wezîrê Xurek, Çandin û Heywandariyê Faruk Çelîk, Wezîrê Çand û Turîzmê Nabî Avci tevî Wezîrê Gihandin, Ragihandin û Deryawaniyê Ahmet Arslan re çû Rûsyayê.