Nihat Kavşut
17 Cotmeh 2017•Rojanekirin: 17 Cotmeh 2017
ANKARA
Wekîlê Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Bînalî Yildirim di Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokwezîr Yildirim derbarê krediya pîşesaz û esnaf wê biemilînin da wiha got: "Sînorê krediyê ya esnaf û zinaetkaran ji 150 hezarî wê derkeve 200 hezar lireyî. Heke esnaf û zinaetkarek bixwaze kargeha xwe bikire wê bikaribe bi wadeyê 10 salan wê bi 500 hezar lireyî, heke bixwaze ji bo kargeha xwe wesayîtekê bikire jî wê bi wadeyê 5 salan dîsa 500 hezar lireyî krediyê bikşîne. Ji bo van krediyan şûna faîza piyasayê faîza kêm a ku Xezîne piştgiriyê dide wê bê xebitandin."
Yildirim der barê geşedanên li Kerkûkê da wiha peyivî: "Kerkûk careke din ket kontrola Rêveberiya Navendî ya Iraqê ku ev geşedaneke musbet e. Lêbelê li vir mijara ku gelekî hesas e ew e ku divê rêveberiyeke wisa bê avakirin da ku li gorî kûrahiya dîrokê demografiya bajêr ya ku dixwastin xirab bikin, jinûva bê duristkirin."
Serokwezîr Yildirim di xeberdana xwe da li ser pêşniyaza Serokê Giştî yê MHPyê ya "bila ezmûna ketina zanîngehê were rakirin" wiha got: "Berî desthilatdariya AK Partiyê li Tirkiyeyê 76 zanîngeh hebûn, niha 185 zanîngeh hene. Hejmara xwendekarên me yên ji zanîngehê mezûn bûn 900 hezar e, hejmara xwendekarên me yên ku lîse xilas kirin û dixwazin herin zanîngehê milyonek û 100 hezar e. Lêbelê 2,5 milyon ciwanên me yên ku salên berê neketin zanîngehê hene, meseleya me ya ewil ev e ku em van civanan bişînin zanîngehê. Paşê jixwe wê hejmara xwendekaran a ku zanîngeh jî qebûl dikin wê bibin wek hev, herwiha em wê gavê dikarin li ser pêşniyaza birêz Bahçelî bixebitin, bifikirin."
Yildirim qala rewşa Somaliyê kir û wiha axivî: "Li Somaliyê bi sedan însan di teqînê de mirin. Piştî çend saetan bi tenê Tirkiye li wir bû, wezîrê Tirkiyeyê, tîma tenduristiyê ya Tirkiyeyê li wir bû, em li wir bûn. Me 35 birîndar û kesên ku refeqata wan dikirin anîn Tirkiyeyê û me dest bi tedawiya wan kir. Heke ew nexweşxaneya Tirkiyeyê ya ku li wir çêkiribû tunebûya, kesên di êrîşê de birîndar bibûn wê nehatana tedawîkirin. Em bi hesab û kitêban naçin cihan, ji bo pere û polan naçin. Em ji bo mirovahiyê diçin, ji bo biratiyê diçin. Ferqa me ev e."