Emre Aytekin
29 Gulan 2023•Rojanekirin: 30 Gulan 2023
Serokê Dewleta Çînê Şî Cîngpîng, ji ber jinûva hat hilbijartin Serokomar Recep Tayyip Erdogan pîroz kir.
Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derva ya Çînê, Şî di peyama pîrozbahiyê ya ji Serokomar Erdogan ra şand da diyar kir, wekî du welatên mezin Çîn û Tirk xwedan berjewendiyên hevpar ên berfireh in.
Şî diyar kir ku hevkariya stratejîk a herdu welatan van salên dawîn pêşketineke erênî bi dest xist û wiha got, "Ji bo peywendiyeke tendurist, domdar û xwedî îstiqrar a di navbera herdu welatan da ez amade me ku digel Serokomar Erdogan bixebitim."