Muhammet Kurşun
01 Nîsan 2017•Rojanekirin: 02 Nîsan 2017
DIYARBEKIR
Serkomar Recep Tayyîp Erdogan diyar kir ku ewê ewlehî û aramiya xelkê kurd biparêzin û got: "Heta ku ev birayê we di rêveberiya welat de xwedî mesûliyet be, ne sûtalên rêxistina terorî ne jî mûsîbeteke din nikare dest dirêjî we bike. Temînata heq, azadî û geşedana aboriyê bizzat em in."
Erdogan, li ber Walîtiya Diyarbekirê di merasima vekirina bikomî de axivî û der barê nîqaşên rojevê, meseleya kurd û têkoşîna li dijî PKKyê daxuyaniyên giring dan.
Erdogan di axaftina xwe de xizmetên wek Balafirgeha Diyarbekirê û çend projeyên din bi bîr xist û ji welatiyên pirsî ka ji wan memnûn in an na.
Destnîşan kir ku balafiegeheke wisa li bejna Diyarbekirê tê û got: "Diyarbekira 14 sal berê hat bîra min. Me 30 milyar lîre veberhênan li vir kir. Pereyê ku me li herêmên Rojhilat û Rojhilata Başûr xerc kiriye bi tevahî digihê 280 katrilyon lîre."
- "Yê dest dirêjî heqê we bike dê min li hemberî xwe bibîne."
Herwiha behsa wê yekê jî kir ku li Diyarbekirê 676 katrîlyon lîre li veberhênanên taybet û qamûyê hatine kirin û îro jî vekirina wan pêk tê.
Erdogan di meseleya ewlehî û pêbaweriyê de jî bangewaziya xelkê kurd kir û got:
"Me ne bi dizî, bi awayekî eşkere ji we hez kir. Me ji vî bajarî û însanên ciwan ên vê derê ji bo rizaya Xwedê hebandin. Loma wek 80 wîlayetên din ên welatê me, em bi eşq û hezkirin xizmeta Diyarbekirê dikin. Em ji Diyarbekirê hez dikin, emê hez bikin. Bi tarîx, medeniyet, ciwanî û aciziyên xwe, tu bi her tiştê xwe di ser çavên min re yî Diyarbekir. Heta ku ev birayê we di rêveberiya welat de xwedî mesûliyet be, ne sûtalên rêxistina terorî ne jî mûsîbeteke din nikare dest dirêjî we bike. Temînata heq, azadî û geşedana aboriyê bizzat em in. Yê ku hewl bide dest dirêjî heq û hiqûqa we bike dê min û hevalên min li hemberî xwe bibîne."