ADANA
Hat ragihandin şikbarê ku tira MÎTê îxbar kir personelekî Midûriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajarê Hatayê ye û bersûc li Diyarbekirê hat binçavkirin û bi destê dadgehê hat girtin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê di 1ê rêbendana 2014an de li ser rêya Kirikhan û Reyhanliyê ji bo rawestandina tira MÎTê îxbar hat kirin. Serdozgeriyê di daxuyaniyê de diyar kir ku ji bo tesbîtkirina bersûcê ku ev îxbar kir, wan di 31ê rêbendana 2014an de bi dorfirehî û kûrahî dest bi lêkolînê kir û di encamê de wan tesbît kir kesê ku îxbara tirê kir di Mûdiriyeta Şaxa Îstixbaratê ya Fermandariya Cendirmeyên Bajarê Hatayê de personelekî peywirdar e û navê wî jî H.A. ye.
Hat destnîşankirin ku bersûcê navborî H.A. duhê li Diyarbekirê hat binçavkirin û anîn Edeneyê. Li Edeneyê piştî ku Serdozgeriya Komarê îfadeya wî stend, ji bo ku were girtin sewqî 3yemîn Dadgeriya Cezayê Silhê ya Edeneyê kir.
Hat diyarkirin ku dadgehê ji ber sûcê "Bi sîxuriya leşkerî û siyasî ve bidestxistin û eşkerekirina agahiyên der barê ewlehiya dewletê yên ku divê nehênî bimîne" ve biryara girtinê da.