02 Sibat 2017•Rojanekirin: 02 Sibat 2017
ANKARA
Wezîrê Pêşketinê Lutfî Elvanê ku bû mêvanê Maseya Edîtoran a Ajansa Anadoluyê (AA) got: "Bi taybetî jî ev çend hefte ne ku em dibînin nêrîna veberhênerên dereke ya Tirkiyeyê ber bi başiyê va diguhere. Seba veberhênerên dereke Tirkiye hê jî welatekî cazîb e. Dîsa bi taybetî jî em dibînin ku di çend hefteyên vê axiriyê da qedera 452 milyon dolarî pere ket borseyê."
Elvan di civîna Maseya Edîtorên AAyê da bersiva pirsan da û rojevê nirxand.
Wezîr Elvan der barê Bernameya Navêndên Cazîbeyê da jî wiha pê da çû: "Di nav serîlêdanan de veberdêrên mezin hene. Niha rast nîne ku ez navê wan bidim. Fîrmayên ku hem li Rojhilatê Anadoluyê hem jî ji Başûrê Rojhilat veberhênanên wan hene û dixebitin jî serî lê dane. Eleqeyeke mezin heye."
Elvan der heqê revizyona GSYHyê ya TUÎKê da jî got: "Hesabê dahata neteweyî ji bo Tirkiyeyê mîlad e. Ji vir pê da li gor hin guherînên Ofîsa Îstatîstikan a Ewropayê (Eurostat), em ê jî hin revizyonan bikin. Lê ji vir pê da wê guherînên wiha mezin çênebin."
Wezîr Elvan ragihand ku ew vê gavê naxwazin Bernameya Biqewl a Navîn (OVP) revîze bikin û eiha dewam kir: "Lewra di OVPyê da pergaleke dîtbariyên aboriyê yên makro nîşan bide tuneye. Reformên me yên pergalê, budçeya rêvebiriya navendî û polîtîkayên der barê sektorên din da hene. Em ê dîsa bi vî awayî dewam bikin."