Waliyê Mûsilê Esîl Nûceyfî daxuyand ku Tirkiyeyê dest bi perwerdekirina hêzên Sûnnî yên ku dê di operasyona rizgarkirina Mûsilê de cih bigrin, kir.
Nûceyfî di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê de wiha got: "Pisporên leşkeriyê yên ku ji Tirkiyeyê hatin, aniha li çendîn kampan hêzên me perwerde dikin. Tirkiye di vê mijarê de her roj roleke baştir werdigre. Lêbelê ka wê teqez beşdarî operasyona Mûsilê be an na, helbet ew bi hevdîtinin ligel hêzên koalîsyonê ve girêdayî ye. Gelekî gîrîng e ku Tirkiye beşdarî vê operasyonê be."
- Ji Tirkiyeyê daxwaza çekan
Nûceyfî destnîşan kir ku wan ji Tirkiyeyê çek xwest û wiha pê de çû: "Me bi rêya Serokwezîrê Iraqê Haydar el-Îbadî û Wezîrê Parastinê yê Iraqê Xalit el-Ûbeydî ve ji bo hêzên xwe yên ku perwerdeyê dibînin ji Tirkiyeyê çek xwest. Dema seredana Wezîrê Parastinê Îsmet Yilmaz de jî me ev daxwaza xwe anî ziman. Alîkarê Serokomarê Iraqê Ûsame Nûceyfî jî di seredana xwe ya Enqereyê de ev mijar enî rojevê. Rayedarên Tirkan soz dan me ku wê ji bo hêzên me yên ku perwerdeyê dibînin çekan bişînin, lebelê der heqê wext û miqdarê de gotineke diyar negotin."
- Pirsgirêka milîsên Şîa
Walî Esil Nûceyfî diyar kir ku ew dixwazin ji milîsên Şîa bêtir hêzên Sunnî di operasyonê de cih bigrin û wiha xeberda:
"Hêzên polêsan ên girêdayî Walîtiya Mûsilê, Heşdî Şabî û leşkerên artêşa Iraqê yên ku li deverên cuda cuda perwerdeyê distînin ji bo operasyonê amadekariyê dikin. Tevahiya van hêzan nêzî 20 hezarî ye. Di destê leşkerên Iraqê de çekên giran hene. Ji ber vê ewil ew ê êrîş bikin. Şûnde deverên ku hatin rizgarkirin dê polêsê Mûsilê asayîşa wê bîne cih. Lêbelê em baş nabînin ku Heşdî Şabiya ku ji milîsên Şîa pêk tên di vê operasyonê de cih bigre. Di operasyonê de hêzên mezhebî yên ku ji herêmên dûr tên dibe ku dilê xelkê Mûsilê bihêle."
Nûceyfî ji bo pirsa, "Gelo hêza Kurd Pêşmerge jî dê beşdarî operasyonê be?", wiha got: "Helbet Pêşmergeyê di operasyonê de cih bigre. Lê ka wê bi çi hawî û hejmara wan wê çiqas be, ev jî dê li gorî peymanê kifş be. Jixwe aniha Pêşmerge tenê çend kîlomêtre dûrî Mûsilê ne. Hêzên Pêşmerge naxwazin di operasyonê de bikevin navenda bajêr. Pêşengên siyasî yên Kurd ji ber ku dê dengvedana wê ya siyasî çêbe, naxwazin ku Pêşmerge bikevin navenda Mûsilê."
- Li herêma Mûsilê bi tevahî 20 hezar milîtan hene
Nûceyfî diyar kir ku li gorî agahiya dawîn a ku ket destê wan li navenda Mûsilê 5 hezar û bi tevahî jî 20 hezar milîtanên DEAŞê li herêma Nînovayê hene.