Can Efesoy
02 Sibat 2025•Rojanekirin: 03 Sibat 2025
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan li paytextê Qeterê Dohayê bi Serokê Meclisa Şûraya Hemasê Mihemed Derwêş Îsmaîl û endamên Buroya Siyasî ya Hemasê ra hat cem hev.
Li gorî parvekirina li ser hesabê Wezaretê yê medyaya civakî Xê, li Dohayê di hevdîtina Fidan a digel Serokê Meclisa Şûraya Hemasê Îsmaîl û endamên Buroya Siyasî ya Hemasê da rewşa mirovî ya li Xezeyê û mijarên têkildarî agirbestê hatin gotûbêjkirin.
- Hakan Fidan li Qeterê bi hemtayê xwe yê Yûnan Yerapetritis ra hat cem hev
Wezîrê Karên Derva Hakan Fidan li Qeterê bi Wezîrê Karên Derva yê Yûnanistanê Yorgos Yerapetritis ra hat cem hev.
Li gorî parvekirina li ser hesabê Wezaretê yê medyaya civakî Xê, li Qeterê di hevdîtina Fidan a digel Yerapetritis da ji xeynî peywendiyên dualî, geşedanên herêmî û navneteweyî hatin gotûbêjkirin.
- Wezîr Fîdan: "(Pêşniyaza Trump) Em li dijî ji Xezeyê derxistina gelê Filistînê ne"
Ji aliyeki din, Wezîrê Karên Derva Hakan Fîdan der barê pêşniyaza Serokê Amerîkayê Donald Trump ya derxistina gelê Filistînê ya ji Xezeyê da wiha got: "Em bi tevahî li dijî projeyên derxistina gelê Filistînê ya ji Xezeyê, koçberîkirina wan û şandina wan a ji bo welatên din in. Bi rastî jî ev pêşniyazeke li dijî hiqûqa mirovahiyê ye."
Wezîr Fîdan li Dohaya paytextê Qeterê bi Serokwezîrê Qeterê û Wezîrê Karên Derva Mihemed bîn Ebdurehman El Sanî ra civîna çapemeniyê ya hevpar li dar xist.
Fîdan bal kişand ser wê yekê ku Tirkiye li pişt danezana ku li Qahîreyê hat pêşkêşkirin disekine, piştgiriyê dide û wiha axivî: "(Pêşniyaza Trump) Em bi tevahî li dijî projeyên derxistina gelê Filistînê ya ji Xezeyê, koçberîkirina wan û şandina wan a ji bo welatên din in. Bi rastî jî ev pêşniyazeke li dijî hiqûqa mirovahiyê ye."
Fîdan anî ziman ku divê her kes li dijî vê yekê bisekine.