09 Adar 2016•Rojanekirin: 10 Adar 2016
DIYARBAKIR
Banga meşê ya Hevserokê Giştî yê HDPyê Selahattîn Demirtaş a li bal navçeya Sûra ku lê operasyonên dijî PKKyê dewam dikin, li cem gel eleqe nedîtibû. Ev jî wekî "xelk polîtîkaya tundî û çalan red dike" tê nirxandin.
Demirtaş di 29ê sibatê da li Diyarbekirê civîna çapemeniyê li dar xistibû, seba ku operasyonên li Sûrê bi dawî bibin û qedexeya derketina derva were rakirin, ji gel xwestibû ku di 2yê adarê da ber bi Sûrê bimeşin. Lêbelê gel eleqe nîşanî banga Demirtaş neda.
"Kurd gelekî şaş û metel mane"
Siyasetmedarê kurd Bayram Bozyel di daxuyaniya xwe ya ku da peyamnerê AAyê da diyar kir ku xelk bersiv nade bangên HDPyê, bi awayekî tund li dijî bûyerên li bajêr û siyaseta çal û barîqatan derdikeve.
Bozyel wiha xeberda, "Xelk ji HDP, DBP û PKKyê dixwaze ku siyaseta çalan biterikîne, dawî li pevçûnan bîne û hêzên çekdar derxîne dervayê sînor. Bêeleqebûna kurdan a seba bangên ku tên kirin, tê fêmkirin. Ev, dilşikestinek e, rengvedana hêrsbûnê ye. Kurd gelekî şaş û metel mane, tu wateyî nikarin li qewimînan bar bikin."
"Şikir ku êdî piştgiriyê nade van xeletiyan"
Nûnerê Komeleya Konseya Çapemeniyê yê Diyarbekirê Eyuphan Kaya jî diyar kir ku HDP di qada siyasî da berpirsiyariya xwe ya civakî nayne cih.
Kaya wiha xeberda, "Hizra gel a ku em jê ra dibêjin hisa şeşemîn, rê li ber HDPyê girt. Şikir ku êdî piştgiriyê nade van xeletiyan, lê bendewariya gel a ji dewletê jî zêde ye. Êdî divê li gorî xweşbîniya vî gelî gav bên avêtin û rêyeke ber bi aştî û aramiyê were vekirin."