Serokwezîr Recep Tayyîp Erdogan beşdarî bernameya TGRTyê bû li vir pirsên nûçegihanan bersivand. Erdogan wiha got: "Heke ku ev îfade bikaranîbe ez ji wan re dibêjim, li xwe vebigerin û xwe bi xwe rexne bikin. Ya rast mirov bi daxuyaniyên DYAyê yên ku heta niha belav kir aciz dibe. Heta niha gelek kes mirine, 500 ton bombe li ser Xezeyê barandin. Di encama van bûyeran de zêdetirî 300 mirovî mirine."
Serokwezîr Erdogan wiha pê de çû:
"Ligel van bûyeran heke ku Amerîka bibêje 'Îsraîl li vir mafê xwe yê xwe parastinê bikartîne', divê li xwe vebigere û xwe bi xwe rexne bike. Lewra divê îro Amerîka ji bo aştiya dinyayê hewl bide. Divê wek endamekî Konseya Ewlehiyê ya Navneteweyî adil be û adil tevbigere. Niha hemû piştgiriyê didin Îsraîlê, bi rastî niha em li ser vê tevgera Amerîkayê difikirin."