HEWLÊR
Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Nêçîrvan Barzanî, Palementera Partiya Demokratîk a gelan (HDP) ya Diyarbekir Leyla Zanayê û Parlementerê Stenbolê Sirri Sureyya Onder digel heyeta bi wan re qebûl kir.
Hevdîtin li avahiya serokwezîriyê ya li Hewlêrê hat kirin. Li gor daxuyaniya ku li ser malpera fermî ya hikûmeta HKIyê hat weşandin, Leyla Zanayê peyama Abdullah Ocalan a ku ji Îmraliyê anîbûn ragihand Nêçîrvan Barzanî.
Di daxuyaniyê de cih dan van îfadeyên Zanayê: "Ocalan hewl û xebatên Nêçîrvan Barzanî ji nêz ve teqîb dike. Ji bo piştgiriya ku Barzanî dide pêvajoya çareseeriyê, Ocalan wî pîroz dike. Ocalan ji bo hewldanên Barzanî rêz digre û pesnên wî dide."
Barzanî jî got ku ew ê heta hetayê piştgiriyê bidin pêvajoya aştî û çareseriyê û wiha dewam kir: "Ji destpêkê heta niha me piştgirî da pêvajoya çareseriyê. Ji bo alîkarîdayînê me hewl da. Bi heman şiklî dê alîkarîdayîna me dewam bike. Di vî warî de çi bikeve ser milên me, em amadene ku bi cih bînin."
Tê çaverêkirin ku heyeta HDPyê piştî hevdîtina Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Mesûd Barzanî û Serokê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) û Serokomarê Iraqê yê berê Celal Talabanî, nameya ku Ocalan şandibû ji rêvebirên KCKyê yên li Qendîlê ne re bibe.