Canîklî daxuyanî da nûçegihanê AAyê û diyar kir ku êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê hatine asta qirkirinê û wiha pê de çû: "Ev êrîşên hovane ên Îsraîlê yên ku li dijî mirovahiyê û exlaq, li gor tu rê û rêzikê nînin û dibe ser Xeze û Filistînê teze nînin. Kesên ku zilm û zordariyê dikin beriya axretê, dê li vî alî jî cezayê xwe bibînin.
Canîklî li ser operasyon û îdiayên der heqê operasyona paralel û jêpirsîna "sîxuriyê" jî sekinî û di vê mijarê de jî fikr û ramanên xwe parve kir û wiha got: "Ne mimkun e ku rêxistineke wiha hebûna xwe bidomîne û ji bo rêveberiya Tirkiyeyê alternatîf be. Zû yan jî dereng pergala legal û pergala makezagonê vê rêxistina derqanûnî dê li gor rê û rêzikên hiqûqî ji holê rabike."
Operasyonên dawîn ên ku li ser rêxistina paralel hatin kirin di medyayê de gelek cih girt, Canîklî jî ev yek bi bîr xist û wiha pê de çû: "Di operasyonên li ser wan hatin kirin de me bi awayekî baş dît ku rêxistin bi rastî jî ji bilî hiyerarşiya di nav dewletê de bi awayekî zelal heye û xwe bi rêxistina paralel ve girêdane, li gor daxwazên wan tevdigerin û telîmatên xwe jî ji wan digirin. Bi awayekî eşkere xuya dike ku ev rêxistin heye. Berê digotin derew e, tiştekî wisa tuneye lê di operasyonên dawîn de, bi xebat, kirin û tevgerên wan baş hat dîtin ku rêxistineke wisa heye."