Berpirsyarê Karên Derve yê Partiya Demokrat a Kurdistan (KDP) Hemîn Hewramî der barê banga çekdanînê ya PKKyê de wiha got: "Bikarneanîna çekan gaveke erênî ye. Êdî dayikê negrîn. Êdî dem dema têkoşîna demokratîk e. Me dît kir ku bi rêyên siyasî pirsgirêk tên çareserkirin. Divê ev derfet baş bê bikaranîn. Lewra keliyeke ku bi aştiyê ve derbas dibe, şerê ku bi sedsalan dewam dike baştir e.
Hewramî ji nûçegihanê AAyê re got ku banga çekdanînê li Hewlêrê jî olan da û wiha axivî: "Mesûd Barzanî jî der barê vê de got ku ev gaveke pir girîng e û ji bo ku aştî pêk bê çi ji destê wî tê ew amadeye ku bike."
Hewramî got ku heke aşî pêk bê hêza Tirkiyeyê wê zêde bibe û kurd jî li Rojhilata Navîn wê xurt bibin.
Li ser pirsa "Gelo PKKyê li ser banga Ocalan dev ji çekan berde?" Hewramî wiha axivî: "Li gor me biryara dawîn a Îmraliyê ye. Gotina dawîn Ocalan dibêje. Em hêvî dikin ku KCK û endamên din ên rêxistinê vê rewşê baş fêm bikin û xwedî li banga Ocalan derkevin."
KDPya ku serokê wê Mesûd Barzanî ye bi 38 parlementeran ve di Parlementoya Kurdistanê de xwedî parlementerên herî zêde ye.