ANKARA
Şêwirmendê Qidemdar yê Komîteya Çavkaniyên Siruştî ya Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) Serdar Ezîz got: "Ew banga îstifayê ya ku ji bo Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê HKIyê Aştî Hewramî hat kirin, ez zen nakim ku rast be. Tenê çavtirsandin bû."
Ezîz der barê îdiaya ku Hewramî wê îstifa bike de daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku dibe kabîneya Bexdayê biguhere, ji ber vê çendê ye ku dibêjin Hewramî wê îstifa bike û yekî din wê bînin şûnê.
Ezîz destnîşan kir, guhertina wezîran ji bo mifaya mizakereyên neftê yên navbera Hewlêr û Bexdayê ye û wiha pê de çû: "Lêbelê ew banga îstifayê ya ku ji bo Wezîrê Çavkaniyên Siruştî yê HKIyê Aştî Hewramî hat kirin, ez zen nakim ku rast be. Tenê çavtirsandin bû."
- "Nehat piştrastkirin"
Rojnameger Asos Herdî jî got ku Hewramî her wext zorê dide serokwezîr ku neftê bifiroşe û ev jî di navbera wan û Bexdayê de bû sedema pirsgirêkê û wiha dewam kir:
"Par gotibû ew ê li ser Tirkiyeyê re neftê bifiroşin û bi vî awayî budçeya HKIyê garantî bikin, lê me dît ku ev rast nebû. Her wiha hin kes dibêjin li Bexdayê di dewra Nûrî el Malikî de wezîrê neftê Şehristanî pirsgirêk derdixist. Wan Şehristanî ji wezîfeyê dûr xist û gaveke baş avêtibû. Wek vê divê HKI jî tiştekî wiha bike."
Herdî got ku Hewramî zû bi zû îstifa nake û wiha pê de çû: "Hê der barê îstifakirina wî de piştrastkirineke fermî jî tuneye."
Sharpressa ku li Iraqê weşanê dike gotibû ku hefteya borî li Bexdayê di civîna delegasyona kurdan de civîn hat kirin, di civînê de hat gotin ku bila Hewramî îstifa bike, bi vî awayî di navbera Hewlêr û Bexdayê de krîza neft û budçeyê wê çareser bibe.
Hewramî ji 2006an û heta niha wek Wezîrê Çavkaniyên Siruştî wezîfeyê dike. Hewramî berê li Îngilistanê di hin şirketên taybet ên neftê de wek endezyar û şêwirmendê neftê xebitiye.