İdris Demir
08 Îlon 2026•Rojanekirin: 08 Îlon 2026
Li Karakoçana navçeya Elezîzê di malekê da şewat derket, jin û mêrek mirin.
Li gundê Koçyîgîtlerê, li mezraya Urunluyê ji ber sedemeke hê ne diyar e li malekê şewat derket.
Li ser cawdayînê cendirme û ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê bûyerê.
Ekîbên agirkujê şewat vemirandin, hat tesbîtkirin ku Aga U. û jina wî Hayriye U. mirine.
Cinazeyên wan rakirin morga Nexweşxaneya Zanîngeha Firatê.