Fatih Gökbulut
29 Nîsan 2026•Rojanekirin: 29 Nîsan 2026
Li Golbaşiya navçeya Enqereyê otomobîlê teqle da xwe û di encamê da kesek mir, 2 kes jî birîndar bûn.
Li ser rêya Enqere-Edeneyê li tanga Taxa Karaoglanê, otomobîla bi plaqeya 06 BEM 578 serî ji ajokar sitand û teqle da xwe.
Li ser îxbarê, ekîbên polês û tenduristiyê bo deverê hatin sewqkirin.
Di kontrola ekîba tenduristiyê da hat tesbîtkirin ku kesekî di otomobîlê da miriye.
2 kesên ku di qezayê da birîndar bûn jî bi ambulansan rakirin nexweşxaneyê.
Cinaze piştî vekolîna cihê bûyerê, veguhestin morgê.