Yasin Cingöz, Zekeriye Çelik, Elif Somuncu
25 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 25 Tîrmeh 2026
Li hin navçeyên Stenbolê di berê sibehê da barana gurr bi bandor bû.
Li beşa Ewropayê Kuçukçekmece, Bakirkoy, Bahçelievler, Sultangazi û Şîşli barana gur bandora xwe nîşan da. Ajovanan li ser rêya D-100ê di ajotinê da zehmetî kişandin.
Baranê bandor li hin deverên li beia Anadoluyê yê Stenbolê jî kir.
Ava li ser rêyan kombûyî hem ji bo peyayan û hem jî ji bo ajovanan zehmetî çêkir.
Kesên ku ji nişkêva baran li wan bariya, ji bo ku şil nebin, li deverên parastî û rawestgehên otobusan, xwe dan ber sêberan.
Li hin deverên ku ji ber baranê bandor bûne qerebalixiya trafîkê çêbû.