Cihat Şayık
28 Tîrmeh 2026•Rojanekirin: 28 Tîrmeh 2026
Li Nisêbîna navçeya Mêrdînê di qezaya trafîkê da 3 kes birîndar bûn.
Li Taxa Beylîkê ya çolter wesayîta ku nasnameya şofêrê wê û plaqeya wê hê nediyar e, welgeriya herqa avê.
Di qezayê da 3 kesên ku di wesayîtê da bûn, birîndar bûn.
Li ser cawdayînê cendirme, ekîbên agirkuj û Tenduristiya Bilez a 112yê çûn cihê qezayê.
Ekîban bi ambulansan birîndar rakirin Nexweşxaneya Dewletê ya Nisêbînê.