Li Şanliurfayê kelekela germa havînê tengasiyê dide kişandin
Müslüm Etgü
12 Tebax 2026•Rojanekirin: 12 Tebax 2026
photo: Müslüm Etgü / AA
ŞANLıURFA
Li Şanliurfayê kelekela germa havînê tengasiyê dide kişandin.
Li Şanliurfaya ku di nava bajarên herî germ ên Tirkiyeyê da ye, termomêtreyan 47 pile nîşan da. Welatiyan xwe avêt binê siha dar û beran û li Kampusa Gola Masiyan di binê sihê da ser çêreyê veleziyan.
Wêne : Müslüm Etgü/AA
Hin şêniyan şawqe da serê xwe û şemsiye vekir da ku tav li wan nexe.
Li herêma sûkên dîrokî jî pergala vantîlatorê xebitandin ku mişterî ji germê aciz nebin.
Ji ber kelekela germê hin deverên bajêr sahil bûn û li derva zêde wesayît û meriv nehatin dîtin.