Fatma Nur Duman Arı
04 Mijdar 2026•Rojanekirin: 04 Mijdar 2026
Li Stenbolê ji ber tavî û teyroka ku êvarê dest pê kir, di çûyîn û hatinê da tengasî derket û li hin navçeyan qezayên bi xesar çêbûn.
Barana ku êvarê dest pê kir, li hin navçeyan bi awayê tavî û teyrokê barî û gur kir.
Welatiyên ku bi wesayîtên komî diçin û tên, dema baranê dest pê kir, xwe avêtin binê rawestgehan.
Hin welatî jî ji bo ku şil nebin, şemsiyeyên xwe vekirin.
Kesên ku bê tevdîr rastî baranê hatin jî di binê banokên kargeh û li devê deriyê avahiyan da demekê man.
Piştî barana gur li tevahiya bajêr ser hin kolan û kuçeyan av golî bû. Ji ber ku kolan di binê avê da man, wesayîtan di çûyîn û hatinê da tengasî kişand.
Li gorî daneyên sepana CepTrafikê ya ÎBByê, li aliyên Anadolu û Ewropayê qerebalixiya trafîkê derket heta ji sedî 89an.