Serokomar Erdogan: "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em wekî projeyeke dewletê dimeşînin"
"Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror a ku me ji bo rakirina belaya terorê bi tevahî, dabû destpêkirin, em wekî projeyeke dewletê dimeşînin"
Kaan Bozdoğan
19 Îlon 2026•Rojanekirin: 19 Îlon 2026
İSTANBUL
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan got, “Serkeftinên me ne bi lutfa emperyalîstan, bi sedsalan e bi xwîna pîroz a şehîd û xaziyên me hatine bidestxistin. Şexsiyeta me bi têkoşîna şehîd û xaziyên me hêz girtiye.”
Serokomar Erdogan li Navenda Kongreyê ya Halîçê beşdarî Merasîma Pişkavêtinê ya ji bo Bicîhkirina Xizmên Şehîdan, Xazîyan û Xizmên Xazîyan li Saziyên Giştî" ya ku ji aliyê Serokatiya Malbat û Xizmetên Civakî va hat lidarxistin, bû.
Erdogan li ser pêvajoya Tirkiyeya Bêteror axivî û wiha got, "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror a ku me ji bo rakirina belaya terorê bi tevahî, dabû destpêkirin, em wekî projeyeke dewletê dimeşînin. Di 2 salên ku me li paş xwe hiştin da digel hemû tehrîk û hemû dek û dolaban me mesafeyeke berbiçav derbas kir. Em ê çavkaniyên wan dijminên netewe û welêt yek bi yek qut bikin ku nêzîkî 50 salan e ji pîşesaziya terorîzmê sûd werdigirin."
Serokomar Erdogan wiha pê da çû:
"Bi saya hewldanên welatê me, hemd ji Xwedê ra, planên şerê birakujiyê bi pêxistina agirê nû yê fitneyan, hatine pûçkirin. Înşelah emê ji qonaxa dawîn jî derbas bibin, bi welatê me ra emê tevahiya herêma xwe bigihînin aramî û îstiqrarê. Ji bo ku teror li vê axê careke din bi tu awayî derfetê nebîne, êşên nû nede kişandin, nekeve nav malan emê bi biryardarî her cure gavê biavêjin. Emê destûrê nedin ti hewldanê ku rihên şehîdên me birîndar bike, keda xaziyên me vala derxe û xizmên şehîd û xaziyên me rencîde bike."
Serokomar Erdogan herwiha got, "Îro bi damezrandina 571 xwîşk û birayên me yên din, di saziyên kamûyê da, emê jimara xizmên şehîdan, xaziyan û xizmên xaziyan ên di kamûyê da îstixdamkirî, derxin 53 hezar û 179an."
Serokomar Erdogan: "Pêvajoya Tirkiyeya Bêteror em wekî projeyeke dewletê dimeşînin"