Wezîrê Edaletê Akin Gurlek bi malbata Rojîn Kabaîşê ra hevdîtin kir
Wezîrê Edaletê Akin Gurlek got ku "Rojîn keçeke me ya xama bû ku di bihara jiyana wê da hêvî û xeyalên wê nîvco man. Wek dewlet em ê heta dawiyê li pey vê karê biçin. Çi dikeve ser milê me ji bo ku em wê bikin dixebitin"
Fırat Taşdemir
07 Gulan 2026•Rojanekirin: 07 Gulan 2026
photo: Adalet Bakanlığı / AA
Türkiye, Ankara
Wezîrê Edaletê Akin Gurlek got ku "Rojîn keçeke me ya xama bû ku di bihara jiyana wê da hêvî û xeyalên wê nîvco man. Wek dewlet em ê heta dawiyê li pey vê karê biçin. Çi dikeve ser milê me ji bo ku em wê bikin dixebitin."
Li gor daxuyaniya wezaretê Wezîr Gurlek bi Nîzamettîn Kabaîş û Aygul Kabaîşa dê û bavê rojin Kabaişa ku dı 15ê cotmeha 2024an da li peravê Gola Wanê cesedê wê hat dîtin û parêzerên malbatê ra li Wezaretê hevdîtin kir.
Wezîr Gurlek di axaftina xwe ya wir da diyar kir ku ji bo çareserkirina mirina Rojîn Kabaîşê Serokatiya Daîreya Lêkolîna Sûcên Kiryar Nediyar ket dewrê.
Wezîr Gurlek destnîşan kir ku hemû xebatkarên li Serokatiya Daîreyê bi tecrube û di hiqûqa cezayê da pispor in û got ku "Em bi çavekî cuda li dosyeyan dinihêrin, bi taybetî em bi dozgerên xwe, malbat û parêzeran ra di têkiliyê da dimînin.Heke delîleke nû hebe, avakirina ekîbeke taybet hewce bike, em ji bo vir jî ji bo baza sînordarkirî lê binihêrin. Rayeya me ya lêpirsînê tune lêbelê wek teknîk em piştgiriyê didin meqama ku lêpirsînê dike. Em dibêjine malbatên xwe û bi wan didin hîskirin ku dewlet bi vê mijarê ra eleqedar e, divê heta dawiyê biçin."
Wêne : Adalet Bakanlığı/AA
- "Telefona Rojînê dê bê vekolîn"
Wezîr Gurlek der barê lêpirsînê da nêrînên malbatê û parêzeran guhdar kir û da zanîn ku ji bo çareserkirina bûyerê wek dewlet bi hemû derfetên xwe va dixebitin.
Wezîr Gurlek got ku di çarçoveya derfetên teknîk da dê li xebata baza sînordarkirî ya ku malbat û parêzeran anî ziman binihêrin.
Wezîr Gurlek got ku telefona Rojîn Kabaîşê ya ku şandin Îspanyayê dê bişînin Çînê jî û daxwazên malbat û parêzeran guhdar kir.
- "Wek dewlet em ê heta dawiyê bi ser vê karê da biçin"
Wezîr Akin Gurlek destnîşan kir ku dê hemû delîl ji nû va bên vekolîn û qeydên bazê yên sînordarkirî jî bên xwestin û axaftina xwe wiha domand:
"Rojîn keçeke me ya xama bû ku di bihara jiyana wê da hêvî û xeyalên wê nîvco man. Wek dewlet em ê heta dawiyê li pey vê karê biçin. Çi dikeve ser milê me ji bo ku em wê bikin dixebitin. Armanca avakirina vê yekîneyê jî ev e. Bi taybetî heta dawiyê çûna bi ser cinayetên kiryar nediyar. Bûyar tam diyar nîne. Cinayet e yan întihar e? Divê em vê çareser bikin. Jixwe mijara me ev e. Dozgerî divê tesbîta vê bike. Întihar e yan cinayet e. Hûn wek malbat dibêjin ku cinayet e. Helbet divê ev mijar bi hemû hûrgiliyan va bên lêkolînkirin."
Wêne : Adalet Bakanlığı/AA
- "Baweriya me bi dewlet û edaletê heye"
Nîzamettîn Kabaîşa bavê Rojînê jî ji ber eleqe û piştgiriya nîşan da spasiya Wezîr Gurlek kir û got ku "Baweriya me bi dewlet û edaletê heye. Em bi hêvî ne."
Wezîr Gurlek di dawiya axaftina xwe da got ku mijarên ku malbatê û parêzeran bal kişand serê dê ji hêla daîreya eleqedar va bi hûrgilî bê lêkolînkirin.
Di hevdîtinê da Alîkarê Wezîrê Edaletê Can Tuncay, Midûrê Giştî yê Karên Cezayê yê Wezareta Edaletê Hazim Aslanci, Alîkarê Midûrê Giştî yê Karên Cezayê Omer Demircî jî cî girtin.